Çînê weşana BBC World Newsê daye sekinandin

Çînê weşana BBC World Newsê daye sekinandin

.

A+A-

Çînê weşana BBC World Newsê daye sekinandin. Rêveberiya Fîlm, TV û Radyoyê ya Dewletê li Çînê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku BBC World Newsê di hin nûçeyên xwe yên derbarê Çînê de “xalên rastî û bêalîtiyê” binpê kiriye.

Çînê weşana BBC World Newsê li welêt daye sekinandin ku kanala televizyonê daxwaz kiribû saleke din li Çînê weşana xwe bike.

Rêveberiya Fîlm, TV û Radyoyê ya Dewletê li Çînê di daxuyaniya xwe de “îdia kiriye ku BBC World Newsê di nûçeyên xwe de xala bêalîtiyê binpê kiriye.

Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku BBC “nûçeyan rast û adilane na weşîne” û saziyên ku li welêt weşanê dikin “divê ziyanê nedin berjewendiyên netewî yên Çînê”.

BBC û Wezareta Karên Derve ya Ingilistanên daxuyanî dane

BBCyê daxuyaniyek derbarê mijarê de weşandiye û gotiye ku biryara Çînê “ew xeyalşikestî kirine”:

“Biryara ku rayedarên Çînê bi vî awayî dane em xeyalşikestî kirin. BBC ew saziya weşanê ya navnetewî ye ku li cîhanê herî zêde bawerî pê tê û ji her deverên cîhanê nûçeyan adil û bêalî, bêyî ji ti kesî bitirse yan jî ti kesan biparêze diweşîne.”

Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê, Dominic Raab, Wezîrê Karûbarên Derve yê Ingilistanê jî biryara Çînê bi gotinên ev “gava azadiya medyayê asteng dike, nayê qebûlkirin” nirxandiye.

Ji ber bûyerên di demên dawiyê de li Hong Kongê rû dane, têkiliyên Çîn û Ingilistanê ne zêde baş bûn.

Rageşiya li Hong Kongê

Li Hong Kongê li dijî yasaya ewlehiyê ya Çînê xwenîşandan pêk hatibûn. Li gorî vê yasayê kesên ku li gorî nirxandina rayedaran xetereyê ji bo ewlehiya Çînê çêdikin, wê wan radestî Çînê bikin.  Ingilistanê di meha Kanûna Paşiyê de bi cureyekî nû yê vîzeyê mafê danişînê dabû 5 milyon û 400 hezar kesên li Hong Kongê dijîn.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin