Çîn petrola Kurdistanê dikire

Çîn petrola Kurdistanê dikire

Çar bazirganên petrolê ku nexwestine navên xwe eşkere bikin ji Ajansa Blombergê re gotine, ku çar ‎parzûngehên Çînê petrola Kurdistanê kirîne daku di vê mehê û meha pêş de bigihe wan parzûngehan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Qezenca parzûngehên petrolê (rafînerî) li ser asta cîhanê îsal gihiştîye asta xwe ya herî nizim û ji ber vê yekê parzûngehên petrolê hewl didin petrola xav bi buhayê herî kêm bidest bixin. Di vê navberê de palavgehên serbixwe yên Çînê berê xwe dane kirîna petrol Herêma Kurdistanê ku bi nirxekî kêmtir ji bazarên cîhanê tê firotin.

Çar bazirganên petrolê ku nexwestine navên xwe eşkere bikin ji Ajansa Blombergê re gotine, ku çar parzûngehên Çînê petrola Kurdistanê kirîne daku di vê mehê û meha pêş de bigihe wan parzûngehan.

Li gor amarên veguhastina deryayî, di nîvê yekem a îsal de parzûngehên Çînî 3 barên petrolê ji Herêma Kurdistanê kirîne, ew di demekê de ye ku sala derbasbûyî ti petrol ji Herêma Kurdistanê nekirîne.

Sedemeke din jî ku parzûngehên Çînî berê xwe dane kirîna petrola Herêma Kurdistanê vedigere bo wê yekê ku di çend salên derbasbûyî de çendîn parzûngehên pêşkevtî li Asyayê û bi taybetî li Çînê hatine damezrandin, ku şîyana wan a baştir ji bo parzûnkirina petrola xav a nîvgiran heye, ku ji taybetmendîyên petrola Kurdistanê nêzîk e. Vê yekê jî wiha kirîye ku xwesteka li ser petrola Kurdistanê li parzemîna Asyayê zêdetir be.

Rêveberê Lêkolînan li Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Enerjîyê ya Çînê (ICIS), Li Li di vê derbarê de dibêje: “Ji ber damezrandina parzûngehên nû, xwasteka Çînê bo kirîna petrola Kurdistanê zêde bûye. Qazanca parzûngehan jî daketîye, ji ber vê jî li pey petrola erzan digerin."

Li gor datayên veguhastina deryayî, sê keştîyên neftî yên bi navê Atlantic Explorer, Minerva Vera and Guanabara di meha bihorî de 2.3 milyon bermîlên petrola Kurdistanê veguhastine Çînê.

Ew data nîşan didin, ku keştîya yekem barê xwe yê petrolê li Çînê vala kirîye û du keştîyên din di rê de ne bo vî welatî û di dawîya vê mehê de digihin Çînê.

Herwiha du keştîyên din bi navên Poliegos û Ottoman Nobility di meha 12an de petrola Herêma Kurdistanê bar kirine û veduguhêzin Çînê.

Bloombergê herwiha ragihandîye, petrola Kurdistanê bi rêya borîyekê ve bo Bendera Ceyhanê li Tirkîyê tê veguhastin û ji wir ve bi keştîyan bo welatên cîhanê tê veguhastin.

Piştî Erebistana Siûdîyê, Iraq duyemîn berhemhênerê mezin ê petrolê di rêxistina OPECê de ye.

Li gor zanyarîyên Bloombergê, meha bihorî Iraqê rojane 3.97 milyon bermîlên petrolê hinardeyî derve kirîye ku ji wê rêjeyê jî %11 petrola Herêma Kurdistanê bûye.

Bloombergê amarek jî derbarê bikirên petrola Kurdistanê belav kirîye û daye xuyakirin, ku Îtalya 4.9 milyon bermîl, Yunan 2.6 milyon bermîl, Çîn 2.3 milyon bermîl, Kurwatîya û Îspanîya 1.3 milyon bermîl, Romanya û Îsraîl 1.3 milyon û Taywan jî milyonek bermîl ji petrola Herêma Kurdistanê kirîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin