Çîn - Hejmara mirîyên nexweşîya Koronayê gihîşt 258 kesan

Çîn - Hejmara mirîyên nexweşîya Koronayê gihîşt 258 kesan

Hejmara kesên ku li Çînê ji ber nexweşîya Koronayê mirine, gihîşt 258 kesan. Li Amerîka jî heta niha 7 kes bi wê nexweşîyê ketine.

A+A-

Navenda NûçeyanLi gorî amarên fermî, di heyama 24 saetên borî de li Çînê herî kêm 45 kesan ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane. Bi vî rengî hejmara mirîyên wê nexweşîyê gihîştîye 258 kesan.

Bi gotina berpirsên hikûmeta Çînê, 11 hezar û 791 kes jî bi wê nexweşîyê ketine û di bin çavdêrîya nojdarîyê de ne.

Wezareta tenduristîya Amerîka jî ragihandîye, li Amerîka heta niha 7 kes bi nexweşîya Koronayê ketine.

Wê wezareta Amerîkî daye zanîn, ew nahêlin ti kesekî bîyanî ku 14 rojan li Çînê mabe, derbasî Amerîka bibe.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin