• Diyarbakır 9 °C
  • Batman 8 °C
  • Hakkari 4 °C
  • Şırnak 7 °C
  • Ağrı 2 °C

Çima Ziman?

Bubê Eser

Ez bi xwe carna ji ber helwesta hin rewşenbîrên kurdan şaş dimînim ku çawa ji bona tirkî binivîsîne ji 10 bîrên bê av, avê dikşînin. Heger em bizanibin ku ziman hebûn e divê em vê hebûnê biparêzin. Heger ziman çû milet namîne.

Îro rewşa bakurê kurdistanê bi me dide zanîn ku ziman li ber têkçûnê ye. Û bi ser vî halî de jî hin camêr 40 sal in li ewropa ne çend zimanan fêr bûne lê kurdî fêr nebû ne. Camêrana 40 salin li ewropane zarokên xwe fêrî tirkî kirine lê ew zarona bi kurdî nizanin.

Li welêt dayik û bav bi tirkî nizanin zarokên wan jî bi kurdî. Ma vana ji bona miletekî ne şerm e gelo?

Dema em behsa nefêrbûna zimanê kurdî li wan hêjayan dikin, piraniya wan xwe aciz dikin. Ma gelo hûn jî nizanin an fêrnebûne ku berê berhemek bi kîjan zimanê bê nivîsîn ew dibe malê wî zimanî.

 Siyasetmedarên me yên karê xwe ê siyasî bi tirkî dikin; ma gelo nizanin ku bi tirkî siyaseta kurdistanî nabe. Heger bû ba ev bû zêdeyî çel salan e, di warê siyasetê de me gelê xwe perwerde nekir û mesela wî di mejî û serî wê de bi cih nekir. Ji ber ku mirov nikare bêjeyên bi tirkî di seriyekî kurdî de bi cih bike

Ha li bakurê Kurdistanê dibistan mecbûrî bi tirkî ye, rast e, kar li daîreyên dewletê bi tirkî ye, rast e. Siyaseta kurdan li Ankareyê bi tirkî ye, rast e. Lê nivîsandina bi tirkî ne rast e..

Nivîskarên kurd yên berhemên xwe bi tirkî dinivîsînin, ne rast e. Siyaset li bakurê kurdistanê bi tirkî kirin, ne rast e. Di mal û sohbetên xwe de bi tirkî axaftin, ne rast e. Li gerr û seyranên xwe de bi tirkî qisedan, ne rast e. 40 salin li ewropa ye kurdî fêr nebûye û zarokên gelekan jî bi kurdî nizanin, ne rast e. Dikarim gelekî dirêj bikim. Lê bawerim hate fêm kirin.

Bi salan ez û gelekên weke min em vê mijarê dinivîsînin, diaxifin, munaqeşe dikin. Lê xuya ye heta niha tu tesîra me nebû ye. Eksê wê her ku dihare, rewşenbîr û nivîskarên kurd xwe bêtir li tirkî dijidînin û carna ji bona vê helwesta me gotinên ne li rê jî ji me re dibêjin.

Piştî çel salan li ser zîndana Diyarbekirê berhemên xwe dinivîsînin lê wê jî bi tirkî dikin. Dema tu dozê lê dike û dibêje; Çima bi tirkî? Dibêje: ”Ez nikarim bi kurdî binivîsînim”. Ma gelo ev ne şerma herî mezin e ku piştî 30-40 salan tu hê nikare berhema xwe ya li ser zîndana Diyarbekirê bi  kurdî binivîsîne û piştî 40 salan nivîsandina wê bi tirkî ji bona çi ye???

Li gor min; ev dide zanîn ku li gel van canik û camêrana hê jî hezkirina zimanê tirkî di ser zimanê wan re ye. Dema em vê rastiyê jî dibêjin xwe ji me dixeyidînin. Ji bîr dikin ku zilma wê zîndanê bi tirkî bû.

Li vê cîhanê tenha kurd berê berhemên xwe bi zimanê dagirkerên xwe dinivîsînin, dûre wê werdigerînin kurdî û dibêjin; me ji tirkî wergerandin kurdî…

Bi vê yekê jî berê berhema xwe dike ya dagirkerên xwe dûre jî werdigerîne zimanê xwe. Gelo hûn ji vê çi fêm dikin û fêm kirine.

Madem ev serê 30-40 salane we nenivîsî. Çima niha û bi tirkî? Mirov dikare di demeke weha dirêj de xwe fêrî kurdî bike û berhema xwe bi zimanê xwe binivîsîne û belav bike.

Bi vêyekê jî tê pirtûkxana kurdî bi berhema xwe bixemilîne û dewlemend bike. Tê bi zimanê xwe êş û azara tirkan ya li me girtiyên wê zîdanê dikirin, binvîsîne û bide zanîn.

Ji bona ez berhema xwe ya li ser zîndana Diyarbekirê ya bi nave Gardiyan binivîsînim min tam heft salên xwe dayê.

Di nava van heft salan de min xwe fêrî kurdînivîsandinê kir û berhema xwe ya ku min bi tirkî nivîsîbû bi kurdî weşand û bi ser jî ketim.

Ha hin camêr û canik dikarin bêjin; “Tu li ewropa bû, îmkanên te hebûn ku tu kurdî fêr bibe” rast e. Lê gelekên berî min û li dû min jî hatin ewropa dîsa berhema xwe ya li ser wê zîndanê bi tirkî weşandin. Gelo hûn ji vê re nabêjin çi???

Mesele ne ku mirov li ku be, mesele hezkrina ziman û bawriya neteweyî ye. Mesele ew e ku heger rewşenbîrek di 30-40 salan de nikaribe zimanê xwe fêr bibe û zimanê pê êşkence hatiye kirinê berhemên xwe binivîsîne û behsa wan êşkenceyan bi wî zimanî bikin, dive mirov li ser vê yekê rawest e…

Ez hurmeta hemû kesên di wê zîndanê de mane digirim. Serê xwe li ber berxwedan û serîhildana wan ditewînim. Lê divê mirov rastiyê jî bêje…

Bu yazı toplam 386 defa okunmuştur.
Nivîsên din yên nivîskar