”Çima Wanî zimanê xwe yê dayîkê fêr nabin!?”

”Çima Wanî zimanê xwe yê dayîkê fêr nabin!?”

Doç.dr. Vecîhî Sonmez daxwaz dike ku prosesa aştîyê dîsa dest pê bike, wexta ew dest pê bike ewê jî projeyên xwe bi cî bînin

A+A-

Mamosteyê Enstutîya zimanê Zindî yê ”Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi” Doc. Dr. Vecîhî Sonmez ji IHAyê re gotîye; piştî pêvajoya çareserîyê têk çû, ev bandora xwe li ser beşa wan a "ziman û wêşeya Kurdî" jî kiriye.

Sonmez dibêje; enstutiya wan di 2002ê de dest bi fealîyetê xwe kiriye, ew jî wê demê bi cîddîyet di vê beşê de xebat kirine lê piştî ku ev pêvajo têk çûye tesîr li wan û beşa wan jî kiriye, projeyên ku danîne pêşîya xwe bi ser nexistine û sûd negihştine însanên xwe; herweha xwendekarên wan kêm bûne û kes elaqeyê nîşanê zimanê kurdî nake.

Doç.dr. Vecîhî Sonmez daxwaz dike ku prosesa aştîyê dîsa dest pê bike, wexta ew dest pê bike ewê jî projeyên xwe bi cî bînin, û daxwaza wan a perwerdeya bi zimanê kurdî dîsa bi aktîf dest pê bike.

Ligel hemû şert û şirûtan, ew dixwazin perwerdeya bi zimanê kurdî dom bikin û vê beşê vekirî bihêlin. Li gor wî, wexta Wanî herin enstutîyê û zimanê xwe fêr bibin dê ev pirs ber bi çareserîyê ve here û ew hêvî dike hikûmet jî di vî warî de hewil bide da vê pirsê çareser bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin