Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Çima siyaset li bakurê kurdistanê qirêj bû ye???

A+A-

Îro piraniya me, em dibêjin ku li bakurê kurdistanê siyaset qediya ye ya jî qirêj bû ye. Ez bi xwe dibêjim; qirêj bûye. Min 5 sal berê nivîsek bi sernavê ”Li bakurê kurdistanê siyaset qirêj bûye”. Nivîsîbû.

Niha çima dîsa dixwazim li ser vê rawestim? Ji ber ku êdî li bakurê Kurdistanê siyaset bi temamî xetimî ye. Yên vê xetibandinê dikin û kirine partî û rêvebirên temen mezin û ne xwenda nin.

Helbet ev pirsek û gunehkariyeke mezin e ku mirov weha bêje. Dema te ev got û nivîsandin. Hin ji wan siyasetmedarên ku ez ê behsa wan bikin wê ”xwe hilînin û li erdê xin”. Wê êrîş bikin, wê gotinên nexweş bêjin. Lê xem nake.

Xem nake ji ber ku siyasetmedarên bakurê kurdistanê tu caran rastiya xwe, ya partî û hevalên xwe nedîtiye û negotiye. Dîtibin jî ji ber hin sedeman çavên xwe jêre girtine.

Niha hûn hemî dizanîn ku siyaset bi kesên rastî ji siyasetê fêm dikin. Xwendibin, xwe gihiştibin,  zana û kesên jîr bin, dibe. Lê mixbin siyaset û rêvebirin partiyan niha eksê wê ye.

Berî her tişt siyaset ji brokratan, xwenda û bîrewiran, doktor, parêzger û hwd. dest pê dike. Yên berî xelkê meselê fêm dikin û dizanin ku çerxa siyasî çawa digere ew in. Loma karê siyasî jî ji wan destpê kirî ye û dike. Dema kesên weha dest bi siyasetê jî dikin. Li gor demê, li gor berjewendiya gelê xwe destûr û bernameyan datînin.

Li gor destûr û bernameya xwe jî endaman peyde dike. Komîtan dadimezrîne û dest bi kar û xebatê dikin da ku bikaribin welatê xwe azad bikin.

Di destpêka tevgera bakurê kurdistanê de ev yeka hebû û gelekî xurt bû. Her çiqasî me ji zarokatî û bê tecrubeyî dest bi karê siyasî kirin jî. Lê dîsa li gor demê, kesên bê tecrube, dema ew baş nehatibana nasîn û zanîn  nikarîbûn di komîteyên bilind de cih bigirtana. Ev nedihat wê maneyê ku ew ji yên din kêmtir an baştir bûn. Lê li gori zanîn û têgihiştina xwe, gelekan bi xwe jî di komîteyên bilind de cih nedigirtin.

Loma jî dema em li salên 1960-80 dinerin û dibînin ku rêveberin wê demê hemî ji kesên zana, xwenda û brokratan pêk hatibûn.

Lewra jî wan siyaset li gor dem û dewrê, li gor têgihiştina rewşa cihanê û welatê xwe karê xwe ê siyasî bi rêve dibirin. Di mejî û aqilê kesan de berjewediyên sexsî û malbatî tune bû. Ji bona yek biba rêvebirekî bilind bi dehan pirtûk dixwend. Semîner, konferans dida û bi kesên dijberî xwe hema bêje her roj di nava munaqeşeyên siyasî de bûn.

Gelek ji rêvebirên wê demê, xwendekarên zankoyan, parêzger, mamoste, doktor, muhendis û yên weke wan bû. Di nava tevgera kurdistaniyan ya wê demê de te yekî ne xwenda di rêvebiritiya partiyan de ne didît. Ji ber ku herkes li gor zanîn û têgihiştina xwe kar li ser xwe qebûl kiribûn û dikirin.

Ka em hinekî li rewşa îro binêrin.

Îro em dibînin ku piraniya rêvebirên partî û dezehên hene, gelek  ji wan, ji kesên nexwenda û sal mezinan pêk tên. Gelek ji wan, di demên xwe de 3 pirtûk nexwendinin. Hay û baya gelekan ji rewşa siyasî ya cîhanê û kurdistanê tune ye.

Bi awayekî zanistî û bi baweriyeke têgihiştî karê xwe nakin. Nakin ji ber ku ew zanîn û têgihiştina wan têrî wî karî nake. Loma jî kar heta dereke dihare jê û pêve disekine.

Sedema vê jî yek ji ber wan kesên sal mezin, nexwenda, nezan û xwedî desthilat in. Loma yên zana û bîrewir xwe ji rêxistinê dûr dixin. Ji ber ku fêm dikin serî bi kesên nezan re nayê kişandin.

Şert û mercê vê jî bûye ewên ku yên îro xwedî pere bin, ewên ku dibin rêvebir. Li zanîn û têgihiştina kesan nema tê mêzekirin. Li gor rewşa wan ya aborî têne destnîşankirin.

Dema serokatiya partiyan kete destê, şivan û gavanan ewên jî endamên xwe weke wan ajalan binase û bizanibe û li gor wê dê rêvebiriya xwe li ser serê wan bike. Ev jî tê wê wateyê ku siyaset dixetime û bi rêve nare.

Aha îro rewşa me ya kurdên Bakurê kurdistanê ev e. Heger hûn bawer nakin, bila her rêxistin li ser rêvebirin xwe lêkolînekê bikin da ku bibînin rêveber bêtir ji kesên çawa pêk hatine.

Ji bona rêxistineke PAK û delal divê rêvebir, ji kesên xwenda, zana û di mesela siyasî de serdest bin, pêk bê. Wê gavê em ê gav bi gav nêzîkê azadiya kurdistanê bibin. Heta rewşa siyasî ya li bakurê kurdistanê weke ya min li jor anî zimên be, wê tu pêşketin di nava siyasiyên me û siyaseta bakurê kurdistanê pêk neyê.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar