Çima rêjeke berçav a Kurdan neçûn ser sindoqan?

Çima rêjeke berçav a Kurdan neçûn ser sindoqan?

.

A+A-

Di vê hilbijartinê de yek ji mijara ku herî zêde dihate nîqaşkirin jî çûna ser sindoqan a Kurdan bû. Li gorî lêkolînan di gera duyemîn de li gorî yekemîn 400 hezar kes li Bakurê Kurdistanê neçûne ser sindoqan û deng nedane. Kompaniyên rapirsiyê vê yekê bi hêvîşikestina Kurdan ve girê didin lê hin partiyên siyasî jî dibêjin Kurd bi hesteke kurdewar neçûne ser sindoqan û hilbijartin rewa nedîtine.

Di gera duyemîn a hilbijartinên serokomariyê de gelek aliyan dengê Kurdan meraq dikir. Gelo Kurd dê dengê xwe bidin kîjan berbijêrî û dê çiqas biçin ser sindoqan. Di gera duyemîn a hilbijartinan de, li gorî gera yekemîn li 18 bajarên kurdan ji 400 hezarî zêdetir kes neçûn ser sindoqan û deng nedan.

Beriya hilbijartinan Partiya Demokrata Kurdistanê ya Bakur banga boykotê li xelkê kiribû. Li gorî rêveberên PDK Bakur kesên ku neçûne ser sindoqan baweriya xwe bi herdu berbijêran jî û bi partiyên xwe yên siyasî jî neanîne û bi helwesteke kurdewar deng bi kar neanîne.

Rêveberê PDK Bakurê Mustafa Konuk dibêje: “Herdu jî nijadperestiya Tirkan diparêzin. Xwe li ser nijadperestiya Tirkan ava dikin. Kurdan jî got em naçin ser van sindoqan û van sindoqan qebûl nakin. Neyartiya me dikin. Herdu alî jî neyartiya me dikin. Kesê ku alîkarê me ye, kesekî ku hevalê me, dostê me û birayê me ye, tune ye. Miletê Kurd jî neçû ser sindoqan.

Navenda Lêkolîna Rapirsiyan Rawest jî hewl dide sedema neçûna ser sindoqan a Kurdan bi awayeke zanistî analîz bike. Li gorî rêveberên RAWESTê sedema neçûna ser sindoqan şikestina hêviyên Kurdan e.

Gerînendeyê RAWESTê Roj Gîrasun jî got: “Ji 7ê hezîrana 2015an heta 2023an ev neçûyîna ser sindoqan, kêmbûna rêjeya çûyîna ser sindoqan em dikarin li ser hêvîşekestina proseya Kurd bixwînin. Wê demê hêviyeke mezin hebû. Niha jî hingî diçe ev kêm dibe, qels dibe. Di aliyê kurdayetiyê de jî nîqaş li ser çûna ser sindoqan zêde dibin.”

Kompaniyên rapirsî û lêkolînê dixwazin vê rêjeya neçûna ser sindoqan bi awayeke zanistî têbigihijin. Rêjeya neçûna ser sindoqan çi dibe bila bibe rastiyek heye; çûna ser sindoqan a hilbijêrên kurd ji sala 2015'an ve her ku çûye kêmtir bûye.

Rûdaw

Maşallah Dekak

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin