Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Çima nabe, dîsa nabe û her nabe!

A+A-

 

Bûbê Eser

Em weke kurd miletekî dagirkirî ne û bi vê jî mejî, adet, çand û hemî hêjayiyên me jî hatine dagirkirin. Lewra ya zor û zehmet ew e em ne di vê baweriyê de ne ku heta em nebin yek em ê nikaribin vê adet û toraya xerab ya ketiya nava me rakin.

Çiye ew adet û tora?

Xelkek û miletek bi salan bindest bimîne, roj bi roj hêjayî û adetên xwe, tora û qezencên xwe jî wenda dikin. Loma jî heta ku tu wî şiyar bike dê bi salan wext û zeman bigire.

Heger şiyar jî bû û hinekî meselê jî fêm bike,lê dîsa jî ew gel û xelk dê ji yekîtiya brayê xwe birevê. Ji ber wî perwerdayiya dagirkeran girtiye. Loma jî tim dagirkerên xwe di serxwe re girtiye û digire.

Ji ber ku dagirkerên wî ew fêrî zor û zehmetiyê lê bike û bi darê zorê tiştên xwe bi wan bide an dide qebûl kirin ku ev êdî dibe weke adetekê ku ew gel, ew miletê dagirkirî jî bi rehetî, bi rê û olaxan demokratîk, tiştan zû bi zû qebûl nake.

Divê çi bê kirin?

Hûn ya rastî bixwazin ji bilî darê zorê bi tu tiştekî din ev gel,  ev milet zehmet ku li xwe vegere û bikaribe ji bona xwe kar û xebatê bike.

Ji ber ku fêrî wê yekê nebûye. Loma bi xwe ne bawere ku bikaribe xwe bi xwe îdare bike. Mînakên vê gelek in. Lê vê adet, çand û kultura xerab heta niha tenha başûrê kurdistanê ew şkestandiye û dixwazî bi kurdan bide zanîn ku kurd dikarin xwe bi rêve bibin.

Ji ber vê ye ku di hemî kar û barên siyasî de kurdên me nikarin hevdu qebûl bikin, li hember dagirkerên xwe nerm û germ in, lê hember hev tund û sar in.

Miletê fêrî zorê bû be, ne bi zor be, bi rehetî an bi rêya demokrasiyê zehmet e ku ji daxwazên hev re hurmet bigirin, hev bi ber meselê bixin ku hevdu qebûl bikin û bikaribin bi hev kar bikin. Lê her yek li gor xwe ji xwe re  mazeretekê dibîne. Di gotinê de yekîtiyê diparêzî lê di jiyanê de tam li hemberê wê ne.

Çi dema bernameyên berbi yekîtiyan de çê dibin, wan guhdarî dikim û hêvî dikim wê piştî bernameyê wan partiyana wê destbi gavên ber bi hevdu de bavêjin. Lê ne weha ye.

Çima hûn dizanên?

Hûn jî baş dizanin lê ez ê dîsa bêjim. Ji ber ku partiyeke ku bikaribe, bi hêza xwe, bi qaweta xwe, bi perên xwe deshilatiyê bike tune ye. Dema ev tune be wê herkes li gor berjewendiyên xwe tevbigerin.

Ji ber vê ye xebatên ji bona yekîtiyan têne kirin, weke tu kayê bera ser bavê bide, dihare û hew tê.

Carekê divê partiyên me li ser vê serê xwe biêşînin. Ji dêlva ku hemî wext, dem û zemanê xwe ji bona yekîtiyan derbas dikin, xwe û partiya xwe jî lawaz dikin. Heger bi hêz û qawetên geş, bilind û durust, di nava xwe de kar bikin, xwe xurt bikin, bi hêz bikin. Aha wê demê dikare ew partiya bi hêz, xurt û xwedî îmkan yekîtiya gel jî pêk bîne.

Carekê bifikirin ku ez ê pir dûr nerim, ji sala 1979an û heta niha ji bona bi hevre karikirin an damezrandina eniyeke neteweyî kar û xebat hatine û têne kirin. Lê yek jî bi serneketiye û heta halê me ev hal be dê bi ser jî nekevin.

Loma dibêjim, divê êdî partiyên hene, xwe ji bona karê nava xwe û xurtkina xwe kar bike da ku dema bû xwedî îmkan, pere, hêz û qaweteke baş, aha wê demê ew dikare pir bi rehetî yekîtiya gelê xwe jî pêk bîne.

Heta ku partiyeke xurt û li ser asasê netewebûna gelê kurd nebe, wê tu yekîtî jî çênebe. Divê partiyên me li raberdûyên xwe binêrin û bibînin bê çima heta niha ev daxwaza yekîtî û bi hevre karkirin pêk nehatiye.

                                                                                               

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar