Çima Barzan negirî?

Çima Barzan negirî?

Dara Ersönmez

A+A-

Ji bona mirov li ser pirtûkekê fikra xwe bêje ya jî şirove bike, divê mirov wê pirtûkê bixwîne û fêm bike.


Dema min romana Barzan Digirî xwend tê gihiştim ku li ser rûyê vî erdî kêm bûyerên weha tê dîtin,  weke ewladê vî miletê rû bi rûyê zilm, wahşet û jenosîdê bûye û hatiye serê wan, nikarim ji bîr bikim û ez vê weke berpirsiyariyekê dizanim ku divê ez vê  ji nifşekî bighêjînim hifşekî din


Vê romana ku ji me re dide diyarkirin ku li welatekî ku ji teref dagirkeran hatiye dorpêçandin, hiştina  jina bê mêr, zarokên bê bav û xwestina tunekirina miletekî, êşa qedera wan, dîtina kesera wan, tîne zimên ev roman.


Ev romana jiyana  wan kesên li ser erdnigara Kurdistanê dijîn; wahşet û ji  bona tunekirina wan  tiştên dîtine û hatine serê wan, kesên heta niha ev ne bihîstibin û naxwazin bibihîzin, du rûtiya însanan û rola pê ve radibin dide zanîn.


Ji bona ji nû ve rabûnê, li hember dijmin parastina hebûna xwe ya bi înad, parastin û neketina bê hêvitiyî û ji nû ve vegera jiyanê û zêdebûna neslê xwe, ji nifşekî dighêjîne nifşê din, çîroka vê romanê ye.


Enfal, jiyana kesên xwe wenda kirine, lê tim vê di hundirê xwe de dide jiyandinê, çîroka wan di ”Barzan Digirî” de ye.


Çima negirîn? Ma rewşeke ku negirîn heye? Feleketan dev ji miletê kurd bernedaye û her berdwam kirî ye. Her tişt ji bona tunekirina gel pêk anîbûn.
Weha pêk anîbûn ku dema li holê kurdbûn heba, file dibûn misilman, misilman dibûn file. Yê ruh daye însên, ji bona herkes xwe nas bike xwedayê ku qewm xulaqandibû, li hember vê wahşetê bêdeng mabû.


Tam 182.000 gul hatibûn jê kirin û binerdkirin. Ji bona kokên gulan careke din hêşîn nebe agir berra wan kokan dabûn.


Li ser rûyê vê cîhanê qirkirineke weha kêm tê dîtin. Xelkê ji vê qirkirin û tunekirinê nasîbê xwe girtine ewên ku ji ”Çiyan pêve dostên wan tune ne” xuliqandina bêbextî û êşa gelekî têne zimên Barzan Digirî.


Çima Barzan Digirî, negirî. Ji ber ku sekina stêrkên li ezman, bêdengiya mirovan, ji ber dîtina îxanetê li sr xelkê xwe, digiriyan.


Dema xwendevan vê romanê bixwînin wê pêwîstî bibînin careke din li ser dîroka xwe rawestin. Enfal çi bû, ji ber çê pêk hatibû, bi awayekî vekirî jiyana malbatên Enfalê dibêje û ji bona me tîne rojevê ev roman.


Ji bona nivîsandina vê berhemê spas ji bona nivîskarê Kurd birêz Bûbê Eser.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin