Cihûtî li Kurdistanê: Welatê ku Keştiya Nûh xwe sipartiye

Cihûtî li Kurdistanê: Welatê ku Keştiya Nûh xwe sipartiye

Dr. Yekta Uzunoğlu

A+A-

Herema Kurdistanê ya îroyîn ji mêj da bûye warê olên mezin wek Cihûtî, Mesîhîtî û Îslamyetê û di nav gelên Kurdistanê de ew ol belav bûne. Di Tewratê da ku Xûda dabû Hz. Mûsa ku ew jî deşta Haranê wek bihûşta xwe nîşan dide û di wê bibûştê de ji Hz. Adem û Hawa re can dide. Disa nav vê pirtûkê mûqedes de Xûda çiyayê Agirî wek cîyê Keştiya Nûh pêxember û bajêrê Rûha jî wek bajêrê Hz. Îbrahîm nîşan dide. Dîcle û Firat dû çemên mûqadesên Tewratê ne.

Navê pirtûka qanûnên Cihûtî Talmûd e. Dû Talmûd hene ku bi hevûdin re girêdayîne; Talmûda Babîlê û Talmûda Kudsê.

Di Talmûd'a Babîlê de, ku sedsala pêncemîn beriya Îsa hatiye nivîsandin behsa Kurdan dike û dibêje ku Kurd derdora çiyayê Agirî dijîn.

Li Talmûd de li ser gelê Kurd wûsa dinivîse: «Haman kurê Parsandat serokê welatê Kardunya ye ku li wir Keşiya Nûh Pexember bi cîh digire.»

Cihû bo parastina xwe tîmî çîyayên Kurdistanê û gele Kurd ji xwe re wek dost ditîne û ola xwe xwestine di nav gelê Kurd de belav bikin. Talmûd di vê warê de destûr dide ku Kurd jî dikaribin bibin cihû û dibêje: «Em ji daxwazvanên ji gelê Karduxîyan in ku bixwazin bibin cihû, destûr didin û ji nav wan de yên ku bibin cihû, emê  hilbijêrin ». Di sedsala yekem berîya Isa'yê, Hadhabanî (Adiabani) wek aşîra serkeftî ya Kurd ola cihûtî wek ola xwe qabûl dike û devleta xwe  ava dike ku paytaxta wê dewletê Erbil ( Hewlêr) li Kurdistana Başûr bû.

 

Wek tê zanîn mîrov gor qanûnên cûhûtîyê nikare bibe cihû heta ku dayika wî ne cihû be.

Lê Kurd yekemîn gelê cîhanê ye ku gor qanûnê cihûyan wek Talmûd, bê ku dayika wan cihû be dikarin bibin cihû û ev yek jî, yekem îstîsna ye di vê warê de di ola cihûtîyê de.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin