Cîhê Çareseriya pirsgirêkên Başûr, Parlamentoya Kurdistanê ye

Cîhê Çareseriya pirsgirêkên Başûr, Parlamentoya Kurdistanê ye

Hevkarîya Hêzên Siyasî yê Kurdistanê li Swêdê bi beyaneke hevpar teşebusa PKKê ya avakirina hêzeke milîsî li Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

A+A-

Partî û rêxistinên ji her çar perçeyên Kurdistanê ku li Swêdê temsîl dibin bi navê Hevkarî (Hevkarîya Hêzên Siyasî yê Kurdistanê li Swêdê) organîzasyoneke sîwanî ava kirine û bi vî navî li hember rûdanên ku bi Kurd û Kurdistanê eleqe dike helwestên hevpar digrin. Di nav van rêxistinan de PAK, PSK, PDKa Başûr, YNK, PDK Rojihilat, HDK, Komela, PDK-Sûriye û hin hêzên din hene. Hevkarîya Hêzên Siyasî yê Kurdistanê li Swêdê bi beyaneke hevpar teşebusa PKKê ya avakirina hêzeke milîsî li Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir. Hevkarî di beyana xwe da weha dibêje.

 

Cîhê Çareseriya pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê ye

 

Em wek Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêd, rewşa Kurdistanê û bi taybet jî rewşa başûrê Kurdistanê ji nêz ve dişopînin.

Di van demên dawî da, serokê herema Kurdistanê bi fermî dest bi karê xwe kiriye.   Hewildanên partiyên Kurdîstanî bo avakirina Hukumetek karîger berdewam e.

PKK di rewşek wisa de li dijî Hukumeta Herema Kurdistanê gotinên tund û ne rast bikartîne. Îda dike ku Hukumeta Herema Kurdistanê nikare serweriya Başûrê Kurdistanê biparêze, lewra komek çekdar bi navê ”Hêzên Parastina Cewheriya Başurê Kurdistanê” ava kiriye.

Tirkiye jî bi hinceta hebûna PKKê li heremê, gundên sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Di netîcê de gelek xelkê sivîl tên kuştin zerarek mezin xelkê Başûrê Kudistanê dibîne.

Em wek Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê li Swêd, Tirkiyê bo bombebaran kirina Başûrê Kurdistanê, mehkûm dikin.  Her weha kiryarên PKK´ê bo têkdana rewşa başûrê Kurdistanê jî mehkûm dikin.

Em bangî PKKê dikin ku rêz li desthilatdariya Kurdistanê bigrên, ji kar û kiryarên ku zerar dide herema Kurdistana Başûr, xwe jê dûr bixin. Nebin sebeba şer û aloziyan û zemîn ji bo erîşên dewleta Tirkiyê li ser başûrê Kurdistanê çê nekin.

Cîhê çareseriya pirgirêkên Başûrê Kurdistanê, ne avakirina komên çekdar ya PKK ye. Karek weha tenê dikare li Kurdistanê bibe sebeba alozîyan.

Cîhê çareseriya pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê ye.

Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yê Kurdistanê li Swêd

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin