• Diyarbakır 32 °C
  • Batman 33 °C
  • Hakkari 26 °C
  • Şırnak 32 °C
  • Ağrı 26 °C

Cîhana Şêxê Sen’anıyan

Mela Mihyedîn

 

Şêxek hebû Sen’aniyan…

Li bajarê Hêşetê şêxek hebû, şêxekî qadirbilind û mezin jê re digotin Şêxê Sen’aniyan. Emrê wî gihiştibû heftê û heftan. Riha wiha spî bûbû  û tayekî reş tê nemabû. Pênsed mûrîd li ber destên wî bû û ji wan re serdarî û seydatî dikir. Gelek kes ji ber zanyariya şêx dihatin Hêşetê û li ber destên wî şifa didîtin, gotinên şêx ji wan re dibûn derman. Piştî derdên xwe dewa dikin bi dilekî ferih vedigerin welatên xwe.

Piştî karen xwe ên rojane şêx bi halekî betili diçe ser nivînên xwe û dikeve xeweke giran. Wê şevê keçek mesîhî tê xewna şêx, di dest de piyaleyek şerab. Di xewnê de keça mesîhî peyala şerabê dirêjî şêx dike, şêx ji peyala dîrejkirî, ji desten keçmesîhî şerabê dinoşe. Şêx piştî vê xewnê evîndar û dîwane dibe, qet xewn nakevin çavên wî û roj bi roj ji eşqa keça mesîhî dihele. Şêx rewşa k udi hindirê wê de ye wiha tînê ziman:

Bê mezheb û bê dîn kirim

Bêxwendin û yasîn kirim

Ji yar û biran şermîn kirim

Wirdek xiyala min netê

Rojekê mûrîdên şêx, sofî û xelîfe li hev kom dibin de çareyek ji şêx re bibinin. Bi hev du dişêwirin û di dawiyê de biryar didin ku herin keça mesîhî bibinin. Wextê sibehê hemû radibin, tevde amedekariya xwe dikin û ber bi welatê Ermenistanê ve dikevin rê. Gava ku xwe dighînin ber dêra ku keç lê, hemû mûrîd tev de erbaneyên xwe derdixin û li erbaneyan didin da ku keç dengê wan sehbike û bê temaşa wan. Bi meraqa dengê defê keç tê şibakê û wan temaşa dike. Çavên şêx çawa bi keçê dikevin ji hiş diçe û li erdê dikeve, sê roj û sê şevan şêx li erdê bê hiş dimîne. Gava şêx tê ser hişê xwe mûrîd jê re dibêjin: ev halê te ne ti hal e, tu yê navê xwe xirab bikî, te ewqas taet û hec kirine, xêrên xwe mefiroş bi vî bayê ku tu pê ketî. Şêx dibêje:

Ev halekî kûr tê heye

Dûrbîneke dûr tê heye

Pûr metnekî hûr tê heye

Sofî nizanin vê xetê

Mûrîdên şêx li hev kom dibin bi hev dişêwirin û ji hev re dibêjin: şêxê me dîn û eşiq bûye, êdî feyd şêx ne ji wî re ma ye û ne ji me re, em dê terka wî bidin. Radibin amedekariya xwe dikin û terka şêxê xwe didin. Wî li welatê xerîbiyê tenê dihêlin û vedigerin welatê xwe.

Piştî mûrîdên terka şêxê xwe dikin, dilê keça mesîhî bi şêx dişewite û ji jor de tê xwarê, hal û rewşa şêx dipirse. Şêx ji keça mesîhî re ta bi derzî ve dike û hertiştê ku hatî serê wî ji keçmesîhî re vedibêje û daxwaza îzdîvaca wê dike. Keç çend şertan dide pêşiya şêx û dibêje heger ku tu van şertên min qebûl bikî û tu bînî cî îzdîvaca te ser seran ser çavan qebûl bikim.

Keç ji şêxî van tiştan dixwaze: Vexwarina şerabê, xaçesalît têxê stûyê xwe û bê ser dînê mesîhî. Şêx van daxwazên keçê qebûl dikî û wan tînê cî. Piştî ku van daxwazên keçmesîhî anî cî jê daxwaza zewacê dike. Keç deibêje: qelenên keça min biha ye, ka pere te hene ku tu qelen bidî. Şêx dibêje: na welleh pere min tune ye ku ez qelenê te bidim, te bi xwe jî dît mûrîdên min dev ji min berdan û vegeriyan Hêşetê, êdî ez yekî xizan im. Dilê keçmesîhî bi şêx dişewite û jê re dibêje: madem pere te tune ne, naxwe salekê gavantiya berazên bavê min bike. Şêx vê daxwaza keçmesîhî qebûl dike. Piştî vexwarina şerabê, hatina ser dînê mesîhî û xaçeselît têxist stûyê xwe vê carê duwanzdeh mehan gavantiya berazan dike.

Mûrîdên ku vedigeriyan bê cî û bê war dimînin, êdî şêxekî wan jî tune ye ku herin ber destê wî. Bi hevdu dişêwirin û dibêjin em dê biçin ba xelîfe. Diçin ba xelîfe û jê daxwaz dikin ku wan qebûlî dergahê xwe bikî. Xelîfe bi hêrs dibêje: heger hûn di rêya heq de bane hûn ê bi şêxê xwe re dîn guhertibana, jiber ku şêxê we şêxek zana û pîroz e û li ser halê şêx wiha dibêje:

Halê şêx rehmanî ye

Da hûn nebêjin nefsanî ye

Wî Yek diye Yek zaniye

Dîn kir meya wehdaniyetê

Bi serê sibê re xelîfe û mûrîd derdikevin rê ku herin şêxê xwe bînin. Gava nêzî welatê keça mesîhî dibin mûrîd bi tev de erbaneyên xwe derdixin û li erbaneyan dixin. Çawa şêx li ber berazan dengê erbaneyan dibhîze, dev ji gavantiyê berdide, bere xwe dide ciyê ku deng jê hatî û dimeşe. Ji jor de jî melekê Hadî tê ber şêx û wî bi ava rehmetê dişo. Piştî vê şûştina rûhanî şêx tê ser hişê xwe û di tesawifê de tê meqamê herî bilind ango dighîje asta kamilbûnê. Şêx û mûrîdên wî dighin hev û vedigerin bajarê Hêşetê.

Piştî çûyîna şêx keça mesîhî dibîne ku beyî şêx debar nabe û radibe li hespê xwe siwar diçe ba şêx. Tê ber destê şêx tewbe dike û kelîma şehadeta tîne û dibe misilman. Pişt re her du bi hev re derbasî dinya rûhanî dibin.

Şêx di çîrokê de evîndarê keçeke mesîhî dibe lê ev evîn evîneke beşere nîne, evîneke nefsanî jî nîne. Hal û evîna şêx rehmanî ye, ew aşiqê Heq dibe û di wechê keça mesîhî de nûraniya Heq dibîne. Yarek tenê heye ji bo şêx, yara rast, yara nemir û ebedî ku ew jî Heq bi xwe ye.

Wehdetul Wicûd û Şêxê Sen’an

Tesawif hem di felsefeya Rojava û hem di felsefeya Rojhilatî de ciyekî girîng digire. Bandora vê felsefeyê bêhtir di berhemên dînî û di wêjeya klasîk de derdikeve pêşberî me. Bi belavbûna Îslamiyet û medreseyan re ev bawerî bêtir di nav gel de belavbûye û ji xwe re cih diye.

Piştî perwerdehiya medreseyan pênc salan jî perwerdeya Tesawifê dihat dayîn. Li van medreseyan gelek zanyar, feqî û mela derketine û ji gelê xwe re rêya zanînê vekirine. Kesên ku medrese qedandî û îcazeta xwe wergirtîne di bin bandora vê felsefê de mane û ev kes çûbin ku derê seydatî an jî melatî li ku derê kiribin fikrên xwe jî bi xwe re birine û bi vî awayî felsefeya wehdetul wicûdê li gelek cihan belav kirine. Di berhemên van zanyaran de mijara tesawif û wehdetul wicûdê ciyekî girîng digire.

Şêxê Sen’aniyan çîrokek tesawifî ye û cara pêşî ji aliyê Ferdûnê Attar ve tê nivîsîn. Di wêjeya kurdî de jî cara pêşî ji aliyê Feqiyê Teyran ve hatiye nivîsîn. Hem Attar û hem jî Feqî li ser vê çîrokê fikirên xwe ên teswifî ên wehdetî wicûdê tînin ziman. Ku ew jî yekîtiya rasteqîn a Heq. Ev yekîtiya rastîn di hemû kaînatê de cî girtiye. Lê tenê kesên ku xwe di babên Merîfet, Terîqet, Şerîat û Heqîqatê de nefsa xwe terbiye kirine dikarin bighîjin vê sirrê.

 

*Çarînên li jor ji helbesta Feqiyê Teyran in.

                                                                                                            

 

 

Bu yazı toplam 550 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar