Cîhana ereban dagirkirina Efrînê şermezar dike

Cîhana ereban dagirkirina Efrînê şermezar dike

Wezîrên derve yên welatên Erebî li Riyad a paytexta Siûdiyê civiyan û dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kirin.

A+A-

Agence France-Presse (AFP) belav kiriye, ku di encama civîna amadekariyê de ji bo kongirê Evreya Erebî, ku biryar e di 29ê vê mehê de, li Siûdiyê bê lidarxistin, wezîrên derve yên welatên Erebî, êrîş û dagîrkariya Tirkiyê li ser axa Sûryê şermezar kirin.

Di daxuyaniyeke wê civînê de hatiye, ku dagîrkariya Tirkiyê bizavên ji bo çareseriya aştiyane li Sûryê jinav dibe.

Hevdem wezîrên Ereb, destwerdana Îranê jî di Sûryê de û êrîşa kîmawî ya rêjîma Esed li ser bajarê Dûma şermezar kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin