Cîhan | Hejmara pêketiyên vîrusa Korona 77 milyon kes derbas kir

Cîhan | Hejmara pêketiyên vîrusa Korona 77 milyon kes derbas kir

.

A+A-

 Li tevahiya cîhanê, hejmara pêketiyên vîrusa Korona 77 milyon kes derbas kir.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 77,188,346 kes bi vîrusa Korona ketine.

Vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin, ku li wî welatî hejmara pêketiyan nêzî 18 milyonan e. Li dû Amerîka, Hîndistan tê ku li wî welatî hejmara pêketîyan 10 milyon derbas kiriye. Li Brezîlya jî, ji 7,2 milyonan zêdetir kes bi vîrusa Korona ketine.

Ji ber vîrusa Korona li tevahiya cîhanê nêzî 1,7 milyon kesan jîyanên xwe ji dest dane.
Amerîka bi 318,782 mirinên ji vîrusa Korona, li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 186,764 mirinan Brezîlya tê.

Vîrusa Korona herî dawî di 2019an de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbasî dewletên din bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin li Çînê 95,135 kes bi vîrusa Korona ketine û 4,764 kes bi wê can dane.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin