Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Cîhan amede ye pêşwazîya serxwebûna Kurdistan’ê, lê Kurd …!

A+A-

Serokkomarê Fransa François Hollande cara duyem e, ku bi fermî serdana başûrê Kurdistan’ê dike.

Serok Hollande cara ewil di sala 2014an da, piştê êrişa DAEŞê serdana başûrê Kurdistan’ê kiribû, wan rojan rêxistina terorîst hetanî nêzikî Hewlêrê hatibû, 30 km nêzik bûbû û Mexmûr ketibû bin destê rêxistinê.

Wê deme bi serdana xwe serok Hollande peyamek baş dabû rayagiştî, herweha bona Kurdistan’ê jî piştevanîyek di deme da bû, jixwe piştê serdanê, şikestina DAEŞê destpêkir û serketinên pêşmerge li paşhev hatin.

Vê carê jî serok Hollande him bi serdana xwe û him jî bi axaftinên xwe peyamên dostane û piştevaniyê dan, di rojên ku gengeşî li ser serxwebûna Kurdistan’ê têne kirin da, peyam û helwestek weha gelekî watedar e.

Serokkomarê Fransa’yê François Hollande piştî civîna li gel Serokê Kurdistan’ê Mesûd Barzanî di konfranseke rojnamevaniyê da weha got: “Serdana min a niha ji bo destxweşî li Pêşmerge ye, çimku Pêşmerge bû ku bi şerê xwe hemû cîhan rizgar dikir. Ez hatime vir ji we re bêjim, Fransa piştevanî gelê Kurd e.”

Herweha serok Hollande piştevanîya xwe dupat kir û got; “Ez di deshilatê da bim an na, ezê her dostê Kurdistan’ê bim û ezê piştevanîya Kurdan bikim.”

Serokê Kurdistan’ê Mesut Barzani jî, di civîna çapemeniyê da bona serdana serok Hollande kêfxweşîya xwe weha got; “Bêguman serdaneke gelek gelek baş bû. Serokê Fransayê gelek pesnê Pêşmerge da û bi rêz ve behsa wan kir. Hevdem behsa xebat û fîdakariya Pêşmerge kir. Tekezî li ser wê jî kir, ku dê berdewam bin li ser piştevaniya Pêşmerge.”

Serdana serok Hollande di hêla dîplomasiyê da, taybetî bona Kurdistan’ê serkevtinek e, herweha çûna wî ya enîyê şer, heta ciyayê Zertêkê bona pêşmerge moralekî bilind e.

Li herêma Rojhilata Navîn taybetî sê dewlet bibondir in, Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA), Federasyona Rusya’yê (FR) û Fransa ye, bila em zanibin ku ev hersê dewlet dê li ser nexşeya herêmê xwedî bandor û biryar bin.

Bêşik, Yekitîya Ewrupa (YE) jî, taybetî di hela aborîda hêzek gewre ye, lê di nav Yekitiyê da Fransa û Almanya dewletên herê bibandor in, herweha divê em zanibin ku di siyaseta navneteweyî da DYA û YE hevkarêhev in stratejik in, li ser pirsgirêkên navneteweyî bi hevra dişêwirin û biryarê didin.

Ango, li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî, di navbera DYA û YE da dayîn û stendin dê hebe û di encamê da biryarek hevpar dê derkeve, mînakê vê me him li Kosova dît, îro jî li herême weha ye, herdu di nav Hêzên Hevpeyman da cî digirin.

Encax, ev naye wê wateyê ku di her mijarê da dê wekî hev bikin, dibe ku biryara hêlekê li ser hela din bibandor be, hela din berhêlî bike.

Hinek mînak hene, dewletên di nav YE da ewil gav davêjin, paşê DYA û dewletên gewre, wekî Fransa û Almanya, ev jî encamên peywendiyên dîplomatîk e.

Lê weha dixuye, ku di pêşwazîkirina serbixwebûna Kurdistan’ê da hinek dewletên ewrupî dê gava ewil bavêjin û paşê dewletên gewre dê bikevin dorê, di mînaka me da helwesta Fransa balkêş e.

Di nav derdorên sîyasî li başûrê Kurdistan’ê, herweha şîroveyên weha ketin nav nûçeyên medyayê jî, têt gotin ku îro ji deh dewletan pirtir amede ne, ku pêşwazîya serxwebûna Kurdistan’ê bikin.

Ev pêşveçûnek gelekî baş e û ji ber xwe rûneda, xwîna bi hezaran law û keçen Kurd ket ber vê encamê û cîhanê fam kir, ku eger Kurd nebin, pêşîya DAEŞ û rêxistinên wekî wê naye girtin û li seranserê cîhanê ew dikanin bibin sedema pirsgirên gelekî mezin, bêaramîyek gelekî fireh.

Ango, cîhan hewceyî hêza Kurdan e, divê ew bêt parastin û destek kirin.

Demekê bifikirin, ku li herêmê Kurd ne xwedî hêz û rolekê bûna, îro dê encamek çawa rû bida?

Bersiva vê pirse neçar dike, ku Cihana Rojava alîkarîya Kurdan bike û rêz li biryara çarenûsê bigre.

Cîhan weha ye, lê Tevgera Siyasîya Kurdistan’ê ne amede ye, di navbera her sê partîyên sereke da pirsgirêk hene û di hela çareseriyê da jî nedîyarîyek heye.

Mixabin, di mijarên neteweyî da jî PDK, YNK û Gorran ne gel hev in.

Bi bawerîya min berpirsyarîya herê mezin, herweha barê herê giran dikeve ser mile PDK û YNKê, yekrêzîya herdu hêzan dikane pêşîya parek mezin çareserkirina pirsgirêkan veke.

Lê, hinek biryarên nedemokratîk yên PDK, bomînak blokekirina Parlementa Kurdistan’ê û qeyrana navxweyî ya YNKê nahêle ku gavên neteweyî bên avêtin, berevacî qeyrana Başûr kûrtir û xetertir dike.

Jixwe, bi ya min sedema qeyrana siyasî li başûrê Kurdistan’ê neyekrêzîya navxweyî ya YNKê ye, divê çareserkirina pirsgirêkên Başûr ji vir dest pê bike.

Behsa Gorranê nakim, ji ber ku Gorranê xwe kir rewşa hêzek “marjinal”, gavên neteweyî û dîrokî ne karê wê ne, wekî min gotî; eger li ser pirsen neteweyî PDK û YNK yekbiryar bin, hêza Gorranê bes nake ku xera bike.

Divê Tevgera Siyasîya Kurdistan’ê zanibe, ku gele Kurdistan’ê (herçar parçe) hay ji rastiyê heye, herweha piştevanîya cîhanê, nêzikbûna qada siyasîya navdewletî jî dibine, eger ev derfeta dîrokî ji dest here, berpirsyar ev in, taybetî PDK û YNKê ne.

06.01.2017/Dusseldorf

     

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin