Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê Hood: Herêma Kurdistanê modelekî nimûneye li navçeyê

Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê Hood: Herêma Kurdistanê modelekî nimûneye li navçeyê

Cow Hood: Bo vê armancê jî, wezaret û dezgehên peywendîdarên Amerîkayê hewil û şîyanên xwe bi başî amadekirîne pêngavên xwe yên diplomasi bihêz kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di civîna taybetî ya kongirêsa Amerîkayê derbarê pirsa Iraqê û sîyaseta niha ya Amerîkayê di wî welatî de, cêgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarê Rojhelata Navîn, Cow Hood, hatibû gazîkirin bo bersivdana pirsyarên endamên kongrêsê û wî jî bi ronî û zelalî behsa wê yekê kir, tevî ku Amerîka li gel wê yekê ku berevanîyê li daxwazîyên xwenîşanderan li Iraqê dike û tekez li ser mafê hemwelatîyan dike da ku jîyaneke aram û hikumeteke bihêz, serbixwe ya bawerpêkirî hebe, lê heman dem de dixwaze destwerdan û planên dij bi berjwendîya Washingtonê, serwerîya Iraqê û na aramî û na akincîyê di deverê de nehêle û ji nav bibe.

Herweha got: Bo vê armancê jî, wezaret û dezgehên peywendîdarên Amerîkayê hewil û şîyanên xwe bi başî amadekirîne pêngavên xwe yên diplomasi bihêz kirin.

Ewa di wê civînê de hat têbînîkirin, piranîya endamên kongirêsê bi demokrat û komarîyan ve jî, li ser wê yekê kok bûn, ku Herêma Kurdistanê modîleke bihêze bo demokratîyê, bi hevre jîyanê, asayîş û avedanîyê. Kongirêsmanan daxwaz ji wezareta derve û berpirsên dosê ya Iraqê kirin, ku evê taybetmendîyê bi giringî ve li berçav bigrin û divê ew li beranber her gef û planekê li dijî ezmûna serkeftî ya wê Herêmê, helwêsta rasterast û tund hebe.

Di vî warî de, Cow Hood piştî civînê ragehand: Em Herêma Kurdistanê li deverê wek modîleke nimûne dibînîn, lewra bi bawerîyeke mezin berdewam dibîn li piştevanî kirina hikûmeta Herêmê û xelkê Kurdistanê. Derbarê Iraqê bi giştî jî, em li gel deng û xwastekên gelê Iraqê ne, ku divê bi welatên wek Îranê re bêjin: Êdî bese û em tenê dixwazîn li gel hewe dost û hevsû bîn.

Hood di di berdewamîya axivtinê  xwe de, bo K24ê ragehand: Nabe fermandeya bilind ya hêzên çedarên welatekî ji Qasim Silêmanî bipirse, Erê li ser kî berbijêrî razî dibe, da ku bibe serokwezîr? Nekû tenê em, lê temamê hemwelatîyên Iraqê û hemû civaka nêvdewletî evê yekê qebûl nakin. Divê Iraq welatek serbixwe be û nebe qada plan û ecindayên ti alîyekî li ser hisaba serwerî û behayên mirovî.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin