Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrî Sinir: “Hebûna Kurdistanê esas e”

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrî Sinir: “Hebûna Kurdistanê esas e”

Li Amedê Konferansa ‘’Li Rojhilatê Navîn û Kurdistanê Dînamîkên Guhertinê’’ li dar ket

A+A-

Li Amedê di roja 25.12.2016an li Hola ‘’Odeya Malî Muşawîran’’ de Konferansa ‘’Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê Dînamîkên Guhertinê (Gengeşîya Serxwebûn û Federasyonê)’’ lidarket. Konferans ji alîyê OSP(Partîya  Azadî û Sosyalîzmê) ve hatibû organîze kirin.

Serokê Giştîyê OSPê Sînan Çîftyurek, Cîhgirê SeroKê Giştî yê PAKê Nûrî Sınır, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê PDK BAKUR Sertaç Bûcak, Cîhgirê Serokê Giştî yê DBPê Ramazan Tûnç, Berdevkê Hereketa Azadî Sedat Doğan, sîyasetmedar Fûad Onen wekî  axefêr beşdarî  konferansê bûn. Nazim Tûrhal Moderatorîya vê Konferansê kir.

Berîya nîvro li ser navê partîyan bîr û rayên partîyan hatin pêşkêş kirin. Piştî nîvro jî  hinek beşdarên konferansê bîr û rayên xwe anîn zimanî û herweha bi pirsên beşdaran û bersîvên  partîyan konferans bidawî hat.

Axaftina  Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrî Sınır ya ku pêşkêşî  konferansê kiriye:

‘’Dost û hevalên hêja merheba ji we re

Spasîya hevalên OSPê dikim ku wekî  PAK em  jî dawetî vê konferansê kirine.

Xuşk û birayên delal,

Pirsa ‘Guhertina Dînamîkan , Federalî û Serxwebûn’ê  , di eslê xwe de ji bo me Kurdan pirsa ‘dewletbûna Kurdan û  şêwe û şerdên wê ‘ ne. Ango ev pirs di pirsa ‘Çima Kurd di vî sedsalê vê dawîyê de nebûne dewlet ?’  de veşartî ye.

Ji bo ku em  bikaribin bersîva vê pirsê bidin, divê em vegerin 100 sal berê. Em vegerin herdu şerên Cîhanê. Belkî ew jî têrê neke , divê em berê xwe bidine şerê Çaldıranê û paşê jî Peymana Qesr-i  Şîrîn a 1639an.Dive em berê xwe bidine Şoreşa Fransayê ya 1789an û ava bûna dewletên netewî, em berê xwe bidine Şoreşa Octobrê.

Piştî li cîhanê dewletên netewî hatin ava kirin, li Kurdistanê jî gelek serhildan çêbûne. Ji destpêka salên 1800î û pê de , li hember Osmanîyan jî, li hember Persan jî  serhildan û desthilatdarîyên Kurdan yên cûr bi cûr çêbûne. Lê bi piranî ev giş jî , li herêmekê asê mane û piştî demekê şikest xwarine.

Ji destpêka salên 1900’i û pê de Kurdan hêdî hêdî dest bi ava kirina rêxistin û dezgehên netewî  kirine. Di gelek serîhildanan de rol û pêşkêşîya  van rêxistinan  çêbû ye.

Ji bo ku em bikaribin bersîva ‘Çima Kurd di vî sedsalê vê dawîyê de nebûne dewlet ?’ û bersîva mijara vê konferansê bidin , ez dixwazim  zêdetir ji destpêka salên 1900î û pê de  meselê analîz bikim.

100 Sal berê gava Peymana Sykes-Picot hate îmze kirin; di eslê xwe de ew benê ku nuha di hustuyê miletê Kurd de ye, hatibû rîsandin. Lê bi Peymana Lozanê ew ben kete stûyê miletê me û sehpaya li binê lingên me hate kişandin.

Piştî Şoreşa Octbra 1917an ya li Rûsyayê lidarket,  wê  bêşansîya Kurdan rengekî nuh wergirt. Peywendîyên Tirkîyê û Sowyetê, tesîreke negatîf li ser şoreşa Kurdistanê kir. Dewletên Ewrûpî, ji bo Tirkîye zêdetir nebe hevpeymanê Sowyetê, çavên xwe ji daxwaz û serîhildanên miletê  Kurd  re girtin û mihawele kirin ku dostanîya xwe bi Tirkîyê  re xera nekin. Sowyetê jî ji bo welatê cîranê wê  Tirkîyê nebe dijminê wê û zêdetir nexe dawa Dewletên Ewrûpayîyan, çavên xwe ji şoreş û daxwazên miletê Kurd re girt.

Ev konsept û bloke kirina rewşa Kurdistanê piştî şerê duwem yê cîhanê xerabtir bû. Piştî  ku gelek welatên cîhanê bûne sosyalîst û cîhan bu cîhaneke du blokî; wekî tu qeyd û bendên li ling û stûyên miletê Kurd qayimtir bike, Peymana Lozan bû wekî bîreke bê binî, bû ‘’qedera’’ miletê Kurd.

Sîstema du blokî bû sebep ku her du blok jî ji bo li rojhilata navîn peywendîyên xwe bi  Tirkîyê, Iraqê, Sûrîyê û Îranê re xerab nekin, her xwe ji piştgirîya daxwazên Kurdan û doza azadîya Kurdan dûr xistin.

Helbete ku wekî dînamîkên navxweyî  jî, Kurd kêm caran bi yekgirtin û bernameyeke netewî  tevgerîyane. Bê rêxistinî, bêtifaqî û bêparbûna stratejîyeke Kurdistanî  jî bûye sebebeke esasî ku şoreşên Kurdan biser neketine. Herweha rêberatîyeke stratejîk ku bikaribe ji vê sîstema du blokî feydê werbigire, sîyaseta xwe ya li ser balanseke  di nava  herdu alîyan de hatîye hûnandin bimeşîne tune bû.

Em dikarin bêjin ku  dînamîkên navxweyî û  yên derve,  kêm caran lihev rast hatine ku rê ji serkeftina Kurdan re veke.

Mixabin gava ku Kurd amade bûne, berjewendîyên dewletên mezin ne amadeyî  piştgirîyê bûne; gava ku hinek dewlet amade bûne, wê wextê jî Kurd ne amade bûne.

Şikandina Şoreşa Şêx Mehmûd Berzencî, ruxandina Komara Kurdistanê ya 1946an, darbeya Peymana Cezayirê ya di 1975an de li şoreşa başûrê Kurdistanê xist; herweha hevkarîya di navbera Îran, Tirkîye, Iraq û Sîrîye ya di demên serîhildanên Kurdan de; her nimûneyên neheqî yên  vê sîstema  herêmî û navnetewî ne ku bi serê Kurdan de hatîye.

Guhertinên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn, di eslê xwe de ji pêwîstîya ji nû ve organîze kirina dewletên hêrêmê û danîna nexşeyeke nû peyda dibin. Ango berjewendîyên navnetewî û pêwîstîyên herêmî, nexşe  û sîstemên nû dixwaze.

Di dema şerên cîhanê yê yekem û duwem de gava nexşe ji nûve dihatin danîn, hem Kurd ne amade bûn, hem jî Dewletên ku ev nexşe diguhertin, berjewendîyên xwe di alîyê Kurdan de nedîtbûn ku, Kurdan tu feyde ji van guhartinan vernegirtin.

Lê piştî ruxandina Sowyetê û dagirkirina Kuweytê ji alîyê Sedam Huseyinî  ve û midaxaleya Emerîka û hevpeymanîyên wê li Iraqê; ew sîstema ku bi Sykes-Pîcot û bi Lozanê hatibû danîn, darzeke mezin xwar. Li Başûrê Kurdistanê, Dewleteke fiîlî, federe hate damezrandin.

Piştî ku di sala 2003yan de rejîma Sedam Huseyinî ji alîyê Emerîka ve hate rûxandin; êdî ew derza ku li sîstema Sykes-Pîcot û Lozanê û Lozanê  ketibû kûrtir û firehtir bû.

Nuha Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê , piştî şerê li dijî DAIŞê, ji %95ê axa başûrê Kurdistanê rizgar kirîye û ber bi serxwebûnê ve dimeşe. Herçiqwas Îran, Iraq, Sûrîye û Tirkîye bi plan û stratejîyên pir alî û bi ajotina DAIŞê ya li ser Kurdan, dixwazin rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigirin jî, bi ya me êdî tu kes dê nikaribe rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigire. Li başûrê Kurdistanê du faktorên esasî  lihev hatin û rê ji van destkeftinan re vekirin:Yek,berjewendîyên dewletên mezin, ya duduyan , her çiqwas ne pir xurt bû jî, tifaqan di navbeyan Kurdan de. Heger di sala 1991ê de li başûrê Kurdistanê ‘Bereya Kurdistanî’  nebûya dê ev destkeftinan bidest neketibûna.

Li Rojavayê Kurdistanê jî,  piştî li Sûrîyê şer destpê bû, firsendeke dîrokî  hate ber derîyê miletê Kurd. Nuha piranîya  axa Rojavayê Kurdistanê di destê Kurdan de ye.Lê li vê derê du xeterîyên esasî hene. 1- PYD û TEVDEM hewcedarîyen Mitabaqatên Hewlêrê û Dihokê pêk naynin, xwe nadin ber îdareyeke hevbeş; 2-Hîna jî Emerîk, Rûsya û dewletên Ewrûpî, ji bo Kurd li Rojavayê Kurdistanê statuyekê bidest bixin, tu biryar nedane.Ev pêvajo berdewam e. Herî dawîyê, di navbera Rûsya, Îran û Tirkîyê de li Moskowa protokolek hate îmze kirin. Ev protokola jî, xeterîya li ser Kurdan zêdetir dike.Ji bo ku Kurd bikaribin li Rojavayê Kurdistanê ji vê alozîya heyî feydê werbigirin, gava yekem ew e ku, yekgirtina xwe pêk bînin; îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî,aborî ku hemû partîyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê beşdar bibin, divê bê damezrandin. Gava duwem jî divê bername û stratejîyeke ku hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê esas bigire û federalîyeke li ser esasê du milet û du welatan bide ber xwe.Kurd divê di siyaseta Kurdistanî de zelal bin.

Li Rojhilatê Kurdistanê , demeke dirêj e têkoşîna azadîya Kurdistanê şerê çekdarî rawestandîye; xebata sîyasî ya îlegal dimşîne. Lê vaye nêzîkî salekê ye hêdî hêdî  careke din amadeyîya şerê çekdarî  jî dikin. Rejîma Îranê siyaseteke hovane dimeşîne. Îran bi sîyaseta Obama ya 8 salên vê dawîyê  bûye Împaratorîteke ku Şiîtîyê ji xwe re dike mertal. Îran li her çar perçeyên Kurdistanê jî rêgirê serfirazî, azadî û serxwebûna Kurdistanê ye. Iraq jî, Sûrîyê jî di destê wê de ye û bi hezar planan midaxaleyî têkoşîna her çar perçeyên Kurdistanê dike. Heger  Donald Trump li ser gotinên xwe be û li gor wan gotinan sîyasetekê bimeşîne, Qeleya herî mezin ya ku rê li ber azadîya Kurdistanê digire dê şikesteke mezin bixwe. Li Rojhilatê Kurdistanê jî garantîya ewil ya geş kirina doza azadîya Kurdistanê, tifaq û yekitiyeke netewî  ya Kurdan e.

Li  bakurê Kurdistanê têkoşîna sîyasî, sîvîl,demokratîk ya Kurdan, cîh li Dewleta Tirk teng kir. Li gel vê yekê, ew bayê meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê û destkeftinên li rojavayê Kurdistanê jî , Dewleta Tirk tirsand û ev jî bû sebebê dubare şer destpê bibe. Lê PKKê jî bi şerê xendek û barîkatan, bi teqînên li nav bajaran ji sîyaseta şerî ya dewletê re rê xweştir kir. Şerdên bakur ne wekî yê Rojava û başûrê Kurdisanê ye. Îro şer li bakur ne pêwîst e.Herweha ew sîyaseta PKKê ya ku bi taybetî ev çend salên dawî,  bi navê ‘Cimhûrîyeta Demokratîk’, bi navê ‘Dema dewletên netewî derbas bûye’ tê meşandin jî di hişmendî û stratejîya doza azadîya Kurdistanê de texrîbatan çêdike. Hinek kes dibêjin ‘PKKê van tiştan wekî taktîk dibêje, ne ku weha difikire’. Lê em jî dibêjin, ‘Ma hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, mafê çarenûsîyê û dewletbûnê çawa dibe taktîk? Heger ev tiştên esasî taktîk bin, ma gelo yên stratejîk kîja ne?’

Belê,

Di demeke li rojhilata navîn guhertinên mezin,  ku dê tesîra xwe li pêşeroja miletê Kurd bike, rûdidin de mixabin du tiştên esasî dê zerarê bide miletê Kurd, bide gelê Kurdistanê:

1-Sîyasetên ku yek partîtîyê diparêzin, sîyasetên ku desthilatdarîya partîyekê li ser  partîyên din  ferz dike, sîyasetên ku rê ji dîktaorîyetê re vedikin ,  bi vê şêweyê yekgirtin û tifaqa navxweyî ya Kurdan binpê dikin, xera dikin; dê rê li ber serkeftina miletê kurd bigire, dê rê ji dijminên miletê Kurd re xweş bike ku destwerdanan di nava Kurdan de bikin.

2- Ew Sîyasetên ku li ser navê  ‘Sûrîye ya Demokratîk, Cûmhûrîyeta Demokratîk a Tirkîyê, Îraneke Demokratîk, Iraqeke Demokratîk’  û  li ser navê ‘Ava kirina Neteweke Demokratîk’ têne meşandin; ew sîyasetên ku wek welatekî  hebûna Kurdistanê , wekî  miletekî hebûna miletê Kurd tune dihesibînin;  dê rê li ber serkeftin û destkeftinên statuyên sîyasî yen gelê Kurdistanê bigirin.

Ji ber vê yekê jî, îro heta ku Kurd yekgirtineke Kurdistanî  ava nekin, dê  nikaribin biserkevin. Tifaq û yekgirtinên Kurdistanî jî divê li ser van xalan bêne ava kirin:

1-Hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê esas e

2-Statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê ku li ser qebûl kirina du welat û du miletan be danîn

3-Qebûl kirina ala Kurdistanê.

4-Piştgirî, xwedî lêderketin û parastina  hemû destkeftîyên li her çar perçeyên Kurdistanê.

5- Rêzgirtin û hevdu qebûlkirina navxweyî ya di navbera partîyên sîyasî  û dezgehên sivîl de.

Ez dixwazim nêrînên partîya me PAKê , yên di derbarê sîstema federalî, konfederalî û serxwebûnê de , di derbarê perçebûna Kurdistanê de jî  bi we re parve bikim.

Rewşa Kurdistanê û ya netewa kurd ya ku ji derveyî  îradeya xwe hatiye parçekirin, neheqîyeka navnetewî  û dîrokî ye. Her çiqwas dem, rê û metoda wê ji niha ve neyê  texmînkirin jî , yekîtîya kurdan û ya Kurdistanê , wekî  netewekê û wekî  welatekî mafekî me  rewa ye. Divê miletê  Kurd û civata Kurdistanê ji bo vê yekîtîyê û li ser awayê pêkhatina vê yekîtîyê bikaribin bi îradeya xwe ya azad biryarê bidin.

Bi ya me di bernameya partîyekê de ya esasî parastina mafê çarenûsîyê ye.Ev jî dikare li gorî şerdan federalî, konferderalî û serxwebûn be. Her sê çareserî jî hebûna miletê Kurd û Kurdistanê esas digire û bi kêmanî şirîkatîyeke li ser bingehê wekhevîyê diparêze.

Li bakurê Kurdistanê di rêya damezrandina dewletekê de em dê ji bo  bidestxistina destkeftîyên herî biçûk jî têkoşîna xwe bidomînin; lê dewletbûn, dikare federasyoneke dudewletî ya li ser esasê wekheviyê be jî,  dikare dewleteka  konferderal  an  jî serbixwe be jî.

Jiber vê yekê jî  îro li bakurê Kurdistanê yên federalî, konfederalî û serxwebûnê diparêzin, dikarin di nav yek partîyê de cîh bigirin. Ya muhîm ew e ku kengî,  emê kîjan çareserîyê derxînin pêş.

PAK dibêje  li gor şerdan em dikarin  ji van awayên çareserîyê yekê  derxinin  pêş.Heger şerdên pêkhatina federasyoneke li ser esasê du welat û du miletî ku şirîkatîyeke li ser bingehê wekhevîyê qebûl bike hebe, PAK dê ji bo çareserîyên ku li ser vî bingehî peydabûyî  jî  re vekirî  be.

Îro em ji bo başûrê Kurdistanê piştgirîya serxwebûnê dikin; êdî sîstema federalî ya heyî birêve naçe, têk çûye.

Li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî  em li ser esasê mafê çarenûsîya miletê Kurd, piştgirîya Kurdistana federe dikin.

Dost û hevalên hêja

Dema ku em tê de derbas dibin, ne ew dma Syles-Picot ê ye.Ne dinya dinya berê te, ne Kurd Kurdên berê ne. Ji bo ku em bikribin feydê ji şerdên heyî bigirin, berîya her tiştî pêwîstîya me bi bername û nexşerêyeke Kurdistanî  û bi tifak û yekgirtinekê navxweyî  ve heye.

Ez dixwazim axaftina xwe bi sloganeke me ya esasî  ku ji bo her çar perçeyên Kurdistanê jî derbas dibe, biqedînim:

‘Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek, bila hevkarî û tifaqan çêbikin; yên nikarin tifaqan çêbikin, bila di navbera xwe de dîyalog û danûstendinan germ bikin;  yên nikaribin vê jî bikin bila dijminatîya hevdu nekin’…

Spas…

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin