Cîgirê Serokê CHPê: Pirsa Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e

Cîgirê Serokê CHPê: Pirsa Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e

.

A+A-

 Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Oguz Kaan Salici li ser rexneyên CHPê yên derbarê pêvajoya çareseriyê de diyar kir ku “Têgihîştinek heye dibêjin CHPê rexne li pêvajoya çareseriyê kir, naxwaze Pirsa Kurd çareser bibe. Ev du tiştên cuda ne. Me got ku hûn nikarin bi van rêbazan çareser bikin. Me got ku divê di parlamentoyê de çareser bibe. Ji ber ku me got Pirsa Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Me negot Pirsa Kurd tune ye.”

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Oguz Kaan Salici ji bo merasîma 1200 endamên nû yên ku beşdarî partiya wî bûn çû Mêrdînê û bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk re hatin ba hev û her du siyasetmedaran bi hev re şîv xwarin.

Salici li ser hevdîtinê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got, “Me serdaneke nezaketî kir. Heger hûn biçin Mêrdînê, ji aliyê însanî ve divê hûn biçin cem Ahmet Turk. Ahmet Turk şaredarê hilbijartî yê Mêrdînê ye.”

Oguz Kaan Salici li ser hevdîtina xwe ya bi Ahmet Turk re her wiha diyar kir ku ew li dijî qeyûman in û anî ziman, “Em bi tevahî li dijî pêkanînên qeyûman in. Me di vê çarçoveyê de serdan kir. Siyasetmedarek e ku di beşên cuda yên civakê de tê nasîn.”

Oguz Kaan Salici li ser çareseriya Pirsa Kurd got, “CHPê her tim teqezî li ser çareseriya Pirsa Kurd bi demokrasiyê kiriye. Berî ku AKP hebe, CHP an jî kevneşopiya me ya siyasî SHP, li ser Pirsa Kurd difikirî û li ser çareseriyê rapor amade dikirin.

Oguz Kaan Salici anî ziman, “Pirsa Kurd pirsgirêkeke girîng a Tirkiyê ye û divê bê çareserkirin; em wisa difikirin ku divê ev yek di nava dewleta unîter a Tirkiyê de, di nava yekitiyê de, bi rêbazên demokratîk û li ser esasê parlamentoyê bê çareserkirin.”

Oguz Kaan Salici her wiha destnîşan kir ku li ser nêzikatiya CHPê ya ji bo Pirsa Kurd têgihîştineke xelet heye û got, “Min li Mêrdîn û Wêranşarê daxuyanî da ku çima em pêvajoya çareseriyê rexne dikin. Têgihîştinek heye dibêjin CHPê rexne li pêvajoya çareseriyê kir, naxwaze Pirsa Kurd çareser bibe. Ev du tiştên cuda ne. Me got ku hûn nikarin bi van rêbazan çareser bikin. Me got ku divê di parlamentoyê de çareser bibe. Ji ber ku me got Pirsa Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Me negot Pirsa Kurd tune ye.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin