Çîçek Kobanî îro li Ruhayê tê dadgehîkirin

Çîçek Kobanî îro li Ruhayê tê dadgehîkirin

Li bajarê Ruhayê yê Bakurê Kurdistanê, îro sêyemîn danişîna dadgehê bo dosyeya Çîçek Kobanî, wê keça şervan a Rojavayê Kurdistanê birêve diçe ku piştî birîndarkirina wê ji aliyê çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve radestî Tirkiyê hatibû kirin.

A+A-

Proseya dadgehîkirina “Dozgîn Temo” ku wek “Çîçek Kobanî” tê naskirin, îro Sêşemê 22ê Îlona 2020ê li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê birêve diçe.

Çîçek Kobanî di êrîşa artêşa Tirkiyê de bo ser Rojavayê Kurdistanê roja 21ê Cotmeha 2019ê li gundê Mişrif ê ser bi bajarokê Eyn Îsa ve li bakurê Sûriyê bi birîndarî ketibû destê grûpên opozisyona Sûriyê ku Tirkiye alîkariya wan dike.

Wê demê belavbûna dîmenê desteserkirina Çîçek Kobanî bûbû sedema gelek karvedanan.

Çîçek Kobanî di girtîgeheke Ruhayê de hatiye zîndankirin û parêzerê wê Hidayet Enmek dibêje, dema girtina wê ne zelal e û li gor wê doza derbarê wê de hatiye amadekirin, di rojên navbera 26ê Cotmeha 2019 û 5ê Mijdara heman sale de di operasyonekê de li gundê Mişrif ser bi bajarê Eyn Îsa hatiye desteserkirin û piştre radestî Tirkiyê hatiye kirin.

Li gor parêzerê wê, vekirina wê doze li ser Çîçek Kobanî binpêkirina Maddeya 302 ya Cezayên Tirkiyê ye û dibêje, Çîçek Kobanî ne li gor yasayan hatiye desteserkirin û ti belgeyek nîne îspat bike ku di dema desteserkirina wê de tawan kiribe. Parêzerê Çîçek tekez dike ku di dema borî de jî lêpirsîn li ser bingehê hûrgilî û zanyariyan nehatiye kirin û ti zanyarî û belgeyeke wiha nîne ku li dijî Tirkiyê tawan kiribe.

Di 2emîn danişîna dadgehê de li ser wê dosyayê ku 28ê Temûza derbasbûyî birêve çû, dadwer daxwaza hurgilî û zanyariyên piştrastkirî derbarê girtina Çîçek Kobanî de kir û danişîn bo îro Sêşemê 22ê Îlona 2020ê paş xist.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin