Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist

Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist

Chalak Events kargeha "Sêva Mêxekrêj" a ku bi sedsalan e di çanda Kurdan de bûye remza evîn û aştiyê li dar xist.

A+A-
690x390cc-chalak-events2.jpeg
Platforma Chalak Events a ku ji aliyê xwendekarên zanîngehê yê Kurd ve li Stenbolê hat avakirin, li cafeyek Taksîma Stenbolê kargeha "Sêva Mêxekrêj" li dar xist. Çanda "Sêva Mêxekrêj" yek ji çandê gelê Kurd a herî kevnar e û di nava Kurdan de bûye xwedî remza aştî û evînê.
 
Atolye dê heta êvarê dewam bike. Piştî li dar xistina kargeha "Sêva Mêxekrêj" dê Dîlan Yeşîlpaprak bi darbûka xwe, Sarah Atkinson bi çelloya xwe, Kajîn Dara bi santûra xwe û Bêrîtan Kalbîşen jî bi flûta xwe wê şahiya muzîkê li dar bixin. 
 
Sêva mêxekrêj bi sedsalî xera nabe, bêhna xwe tim diparêze. Li cem Kurdan sêva mêxekrêj ku çandeke pir kevn e tê wateya evîn û aştiyê. Dema kesek evîndar dibe û nikare vê bîne ziman sêva mêxekrêj çê dike û wek nîşana evîna xwe jê re dişîne.  Du kes an du evîndar dema dixeyidin yek ji wan ji bo li hev werin sêva mêxekrêj çê dike û diyarî dike. 
 
Ev proje li Herêma Federe ya Kurdistanê ji aliyê Desteya Giştî ya Tûrîzmê ve cara yekem wek sembol û diyariya Kurdewarî hatiye pejirandin. Hunermend Seywan Saedîan ji bo ev kevneşopiya Kurdan neyê jibîrkirin 14 sal e li ser vê mijarê xebatê dike.
(ma) 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin