Chalak Events a Wanê bo Roja Cejna Zimanê Kurdî rêzebernameyek amade kir

Chalak Events a Wanê bo Roja Cejna Zimanê Kurdî rêzebernameyek amade kir

.

A+A-

 Chalak Events a Wanê bi Minasebeta 15 Gulanê, (Roja Cejna Zimanê Kurdî), Rêzebernameyek Amade Kiriye.

Chalak Events a Wanê bi minasebata 15ê Gulanê, Roja Cejna Zimanê Kurdî, rêzebernameyek amade kiriye û wê li Wanê 3ê bernameyan li dar xin. Du bernameyên wan wê bi du nivîskaran re wekî 'Sihbetên Çayê'  bi rê ve herin ya din jî 'Qirdik' (Stand Up) e.

Ya ewil: Wê 12ê Gulanê, roja Pêncşemê bi nivîskar Remezan Kaya re sihbetek were li dar xistin. Remezan Kaya dê di vê sihbetê de  li ser 'Edebîyateke dekokolonîyal û estetîk pêkan e' yê biaxive û nivîskar Mihemed Şarman jî wê civatê bigerîne. Ronî Şarman jî dê wê şevê bo mêvanan pîyanoyê de.

Ya duduya: Wê 13ê Gulanê, roja înê bi nivîskar/wergêr Samî Hêzil re were li dar xistin. Samî Hêzil wê li ser 'Mîtolojiyê û Wêjeya Kurdî' raweste û dê li ser rengvedana hêmayên mîtolojîk ya di nav deqên edebî yên kurdî de biaxive û Heval Batu jî dê moderatoriya vê bernameyê bike.

Ya sisêyan: Wê 14ê Gulanê, roja Şemiyê bi şanoger Mehmet Erbey re li sahneya Tiyatro Mencelê, performansa Stand Upê pêk were.

Chalak Events Wan, salekî piştî ya Stenbolê sala 2018an ji aliyê 7 xwendekaran ve li bakurê kurdistanê, li bajarê Wanê hate ava kirin. Li Wanê xebatên xwerû kurdî yên çandî, hunerî, kulturî  û hwd.nan ve radibin û hewl didin rê li ber zimanê kurdî vekin û bikin ku kurdî bibe zimanê normal yê nav bajêr.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin