Cezayên İdris Baluken û Nursel Aydoganê jî hatin pesendkirin

Cezayên İdris Baluken û Nursel Aydoganê jî hatin pesendkirin

Piştî pesendkirina cezayên zindanîkirinê yên Demirtaş û Onderî, cezayên herdu parlamenterên berê yên HDPê İdris Baluken û Nursel Ayfoganê jî hatin pesendkirin.

A+A-

Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, careke din li cezaya dosyeya Parlementerê Berê yê HDP Îdrîs Balukeni temaşe kir û heya niha cezaya Balûkenî ku ji 16 salan zêdetir in hêj nehatibû pesendkirin.

Lêbelê îro Dadgeha Herêmî ya Dîlokê bi tometa propagandaya rêxistinê 7 sal û 6 meh cezayê zindanê li Balûkenî birrî.

Li aliyekî din, Daîreya 4emîn Dadgeha Ceza ya Dîlokê, cezayê du sal zîndanîkirinê bo parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan Nursel Aydoganê jî pesend kir ku dadgeha xwecihî lê birîbû.

 

Daîreya 4emîn Dadgeha Ceza ragihand ku biryara dadgeha xwecihî di cihê xwe de ye, ne berevajiya yasayan e û ti kêmasî di belgeyên dosyayê de jî nînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin