Ceza bo çawişê pispor yê li hemberî zaroka 13 salî êrişa zayendî pêk anîbû hat xwestin

Ceza bo çawişê pispor yê li hemberî zaroka 13 salî êrişa zayendî pêk anîbû hat xwestin

.

A+A-

Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, di derbarê derbarê çawişê pispor Aslan A. yê li Şirnexê li hemberî zarokeke 13 salî êrişa zayendî pêk anîbû, bi sûcdariyên “îstismara zayendî ya li hemberî zaroka” û “gefxwarina bi çekê” heta 17 salan ceza hat xwestin. 

Dozname derbarê çawişê pispor Aslan A. ku di 14ê tîrmeha 2020an de li navenda Şirnexê li hemberî zarokeke 13 salî êrişa zayendî pêk anîbû de hat amadekirin. Di doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat amadekirin de, dîmenên kêliya êrişê cih girtin û bi awayekî hûrgilî qewimînin piştî êrişê hatine vegotin. Di doznameyê de bi sûcdariyên “îstismara zayendî ya li hemberî zarok” û “gefxwarina bi çekê” ji bo çawişê pispor Aslan A. heta 17 salan ceza hat xwestin.

Doznameya ku hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Şirnexê ve hat qebûlkirin. Wê danişîne yekemîn a dozê di 2ê Sibatê de bê dîtin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin