Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Cewhera ehlaqê dikare jîyaneka baştirîn biafirîne

A+A-

Civateka baş çawa ye?  

Civateka  baş çawan avadibe?

Ji bo civateka baş çi pêwîst e?

Zanîn çi ye? 

Em çawan zanînê ji partîyên Bakur werdigirin?

Zanistî çi ye?

Zanistîya cewhera ehlaqê dikare jîyana baştirîn biafirîne. Zanîstî ji bo kurdan projeyeka mirovahîyê ye, lê îdeolojîkirina kurdan kujera mirovahîyê ye. Felsefeya siyasî li ser pirsên bingehîn ên li ser dewlet, desthilatdarî, rêvebirî, jîyan, azadî, wekhevî, dad, maf, milk, qanûnên bingehîn û bicihkirina wan e. Ramana neteweyî ya her kurdekî/a dikare ji bo avakirina civateka baş be û mafê endamê/a her kêmneteweyekî Kurdistanî heye ku ew mafê xwe biparêze.

Partîyên siyasî propaganda û gotinên xwe bi medyaya xwe didin gotin, kirin û belavkirin. Lê bi ya min Medyaya Kurdî tune ye, lê ya partîyan heye. Divê Medyaya kurdî, komele û sazîyên sivîl ên  serbixwe hebin daku ew bikaribin bi çavekî rexneyî li civakên kurdî mêze bikin.  Polîtîka an siyaset hunera avakirina dewletê ye, lê kurd jê dûr in. Kurd çawan hunera dewletê bikar tîne? Ehlaq û têgîna hunera demokratîk çawa tê bikaranîn? Di nav kurdan de peyva hunera dewletê çawa tê bikaranîn? Otto von Bismarck bi avakirina siyaseta hunera dewletê ve tê naskirin. Hunera dewletê tê wateya dîplomasîyê ye. Hunera dewletê ji bo kurdan tê wateya tevahiya avakirina dewleta xwe lê li gorî qanûnên navxweyî û navdewletî.   

UNESCO di wê baweriyê de ye ku ”felsefeya dîsîplîneka ramana rexneyî, her mijar serbixwe teşwîq dike û ji alîyê din ve parêzvaniya tolerans û aştiyê jî dike.

Min got: ”Medyaya kurdî tune ye. Divê em Medyaya Kurdî avabikin. Kurd çawan propaganda an zanînê ji ”Medyaya Kurdî” werdigirin?

Zanîn çi ye?  Em çawan zanînê werdigirin?

Cereyên zanînê hene?  Tiştek heye ku hûn nikaribin jê zanibin?

Zanistî çi ye?  Zanînên baş an jêhatibûnên baş  çi ne? Zanîn ew e ku mirov hewl dide  ji bo jîyaneka baştir peyda bike û ji bo wê hewl dide.

Zerarên Medyaya civakî ya Kurdî çi ne?  

Medyaya civakî jîyanê digurîne û awayê ku em bi malbat, civak, heval, hawîrdor  û partîyên kurd re têkilî daynin diguhezine. Heke Medyaya civakî bi hişmendî were bikaranîn bê zirar e lê heke tenê ji bo propagandaya siyasî bê bikaranîn, hingê zerarê dide civaka kurd.  Her medyayeka Bakur li Ewropayê îdeolojîk e û ew mîna Walîya partîya xwe li Ewropayê propagandayê belav dike, lê alîyê pisporan ve tê gotin ku tenê propaganda siyasî dikare zerarê bide civakê.

Etîk çi ye?

Em çima bı hawayekî taybet tevdigerin. Etîk fêrbûna ehlaqê ye. Qada ehlaqê bi pirsgirên teorîk ên ehlaqî ve mijûl dibe. Qada etîkê li ser cewherê ehlaqê ye. Qada ehlaqê pir girîng e.

Gava ku ez behsa nirxên civakî dikim, sê tişt tên bîra min ew jî ev in:

Serbixwebûna mirovekî/miroveka kurd pir xweş e. Mirov wekî kesekî/keseka serbixwe bijî.

Tendûrûstîya mirovî/mirovê giring e.

Ewlekarîya mirovî/mirovê giring e. Li Swêdê ewlekariya her kesî/kesê heye.

Gava ku em qala exlaqê dikin, ev tişt tên bîra me: etîk, berpirsyarî û desthilatdarî. Gava ku karmendek an mamosteyekî/a kar bike, ew destlatdar e û tê wateya ku ew ji karê xwe berpirs e ji bo desthilatdariyê. Berpirsyarî, berpirsyariya karê ku mirov dike, mirov desthilatdariya xwe dike û berpirs e. Civakeka baş bi hebûna azadî, berpirsyarî û hevgirtina her kesî/herkesê ve girêdayî û herkes bi berpirsyariya xwe ve tevbigere, baştirîn e. Jîyana baş çi ye û em çawan dikarin bigihijîn wê jîyana başirîn an na? Em çawan di civakê de tevbigirin û bijîn? Wateya jîyanê çi ye?  Yên li rastiyê digerin, hewl didin nêkî ramana başiyê bibin, başiyê bihizrin û civaka kurd a bêkîn, bêşer û bêyî siyaseta salên 1970-1980î bijîn.  Min siyaseta kurd ya 1970 û heta 1980î avê çopê ji ber ku ew siyaset li ser bingeha kemalîstî û çepgirîya tirk an ereb avabûbû û projeya tunekirina Kurd an Kurdistanê bû.

Wateya jîyanê çi ye?   

Li gorî Arîstoteles bextewarî çi ye? Aristoteles bawer dikir ku jîyana baş ew e ku em ji bo xwe wate û serkeftin an serfîrazî bibînin û pê bijîn.  Ji bo Aristoteles jîyana baş ew e ku bi wate û em bi wê pêşveçûnê baştir dijîn.  Felsefeya Sokrates ew e ku mirov çawa jîyaneka baştir bijî?  Divê ez çawa jîyana xwe bijîm?  Nefsa me ya rast an cewherê me yê rast ji her tiştî girîngtir e.  Li gorî Sokratesî xwe naskirin girîngtirîn e. Divê mirov xwe û ezbûna xwe nas bike daku mirov bikaribe kesên din jî kes bike.

Jean – Paul Sartre dibêje: “Divê mirov bixwe wate jîyana xwe avabike ji ber ku armanceka hebûna mirovî/mirovê tune ye. 

Wateya girîng ya jîyanê çi ye? Çi ji bo jîyaneka baş girîng e? Felsefeya ehlaqê, pirsa Sokrates ku em çawan bijîn. Çi rast û nerast û di dawiyê de ji bo kê û çi  berpirsyariya me heye. Divê mirov çawan bijïn? Divê mirov çawan tevbigerin û ya rastî çi ye? Çi hêja ye? Hizra bingehîn ev e ku hemû mirov dixwazin li gorî berjewendiyên xwe jîyaneka baştir bijîn. Sokrates dipirse: ” Divê em çawan bijîn? Belê, em çawan bijîn? Z Cewhera ehlaqê dikare jîyana baştirîn biafirîne. Medyaya civakî ya agahdarî an zanistîyê çi ye?

Medyaya  civakî ya zanistî dê bikaribe civakeka baş çêbike. Ehlaq girîngtirîn e. Ehlaq ew e ku mirov çawa bihizre û tevbigere da ku mirov bigihîje jîyaneka baştir. 

13-10-2022

Maruf YILMAZ

Doktoremend lêkolîner, mamoste

Önceki ve Sonraki Yazılar