CEO yê BioNTech ê Şahin: “Ez bawerim dê pandemiyê biqedîne”

CEO yê BioNTech ê Şahin: “Ez bawerim dê pandemiyê biqedîne”

.

A+A-

CEO yê şîrketa BioNTech ê ya Almanya Prof. Dr. Uğur Şahin bo aşiya ku dîtine axifî û got:

“Ez bawerim dê pandemiyê biqedîne.”

Prof. Dr. Uğur Şahin ragihand ku ji ceribandinên klînîkî yên li Almanya encamên baş sitendine û wê pandemiyê biqedîne. Şîrketa dermanan ya bi navê BioNTechê ku bi xwe şîrketekî Almaniye, bi şîrketa Amerîkayê bi Pfizer ê re xebitîne û gihane encamê. Berê ragihandibûn ku serketina dermanê wan an ku aşiya wan % 90 e.

Şahin di mijarê de got ku ew xweşbîne û weha got:

“Eger pirsa ew be ku dê aşiya me pandemiyê bide rawestandin an na? Bersiva min; belê ye ji ber ku dikare li hemberê enfeksiyonên bi semptom jî berxwedana bedenê bike û wê nav bide. Dermanê nav aşiyê bi çend ciyan êrîş dike vîrusê û nahêle kovid-19 bikeve nav hucreyên bedenê. Eger vîrus ketibe hucreyan, wê gavê li serê vîrusan dixe û ji ortê radike. Me sîstema berxwedanê bi van her dû tevgeran baş perwerde kir. Em êdî zanin ku vîrus nikare li hemberê van mekanîzmayan xwe biparêze.”

Şahin dibêje eger bi wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê re peyman çêbikin û lihev bikin, wê karibin di her 3 mehên ewilî yên sala 2021an de aşiyê bînin Tirkiyê û dixwazin bo Tirkiyê aşiyê veqetînin. Şahin her weha dibêje ku heya dawiya sala 2021an wê karibin bi miqdarê 1.5 mîlyar dozî hilberînê bikin.

Şahin bi xwe malbata wî ji xelkê Îskenderûnê ye û di sala 1965an de koçî Almanya kiriye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin