Cenazeyên qurbaniyên bombebarana Tirkiyê hatin veşartin

Cenazeyên qurbaniyên bombebarana Tirkiyê hatin veşartin

Ji ber bombebaranên Artêşa Tirkiyê ji xelkê gundê Eredina 3 kesan canê xwe ji dest dan, ew her sê kes bi mebesta anîna hingiv çûbûn deverên çiyayî, lê bûn armanca firokeyên şer ên Tirkiyê.

A+A-

Welatiyên li gundê Eredina diyar dikin ku ew nikarin ji malên xwe derkevin derve, roj bi roj qurbaniyên bombebaranan zêdetir dibin.

 

Cihên ku termên Remezan Ehmed, Dilovan Salih û Îsmaîl Hesen hatin dîtin, 5 kîlometre nêzîkî cadeyê bûn.

 

Şeban Hesen ku xizmekî qurbaniyan e, diyar dike ku cihê wan nêzîkî gund bû ku cihekî geştiyariyê ye û gelek kes diçin geştê.  

 

Li Mizgefta Qedişê nimêja cenazeyê ya qurbaniyan hat kirin. Xizmên qurbaniyan li ser goristanê gilî û gazinên xwe anîn ziman ku devera wan li ber metirsiyê ye.

 

Hat gotin, di nav salekê de deverên sînorê navçeya Amêdiyê 98 caran hatine bombebarankirin.

 

Di encama bombebaranan de çendîn welatiyên sivîl bûne qurbanî, ku di nav salekê de tenê li navçeya Amêdiyê 14 kesan ji ber bombebaranên Tirkiyê canê xwe ji dest dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin