Cenazeyên 4 kesan ji bin aşîtê hat derxistin

Cenazeyên 4 kesan ji bin aşîtê hat derxistin

Ligor zanyarîyan doh bişev roja sêşemê 04.02.2020an li ser rêya Miksê û Wanê aşît bi ser dolmîşeke da û di encamê da 4 kes mirin û 5 kes ji birîndar bûne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Ligor ajansa AAyê ya Tirkîyê belav kirîye Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bilmez di daxuyanîyekê aşkere kirîye li Miksêya Wanê û herêmê berfbarîn û moran zêde ye û ew hatine agahdarkirin ku dolmîşek di bin aşîtê da ma ye.

Herwiha Bilmez gotîye: "Piştî îxbara ku aşît bi ser minibûsê ketîye, ekîbên AFAD, UMKE, Servîsa Acil a 112ê, Karûbarê Rêbejê û Cendirme ji herêmê re hatin sewqkirin û heta niha cenazeye 4 kesan hatine derxistin û 5 kes jî bibirîndarî hatine rizgarkirin.”

Zêdetir hefteyeke pileya berfbarînê herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê girtîye. Rêyên gelek navçe û gundên Qers, Wan, Bedlîs, Dêrsîm, Agirîyê ji ber barîna berfa zêde hatine girtin. Herwiha Walîtîya Wanê ji ber barîna berfa zêde dibistan jî girtine.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin