Çemê Pêrî

Çemê Pêrî

Abdurrahman ÖNEN

A+A-

Pêrî di çand, dîrok û xwezaya Kurdistanê de devereke girîng e. Bi awayekî xwezayî dibe sînorê Dêrsimê yê rojhelat û başûrê rojhelat. Di nav çîyayên pir asê re derbas, van çîyan ji hev vediqetîne û li derdorên xwe jîngehên berdar ava dike. Gelek gund û bajar li derdorên Pêrî ava bûne. Sînorê van bajaran digîhêje ser Çemê Pêrî: Kanîreş, Azarpêrt, Dep, Macîran/Qowancîyan, Çêrme, Pîlemûr, Gêxî, Xolxol, Qişle, Mazgêrd û Pêrtag.

 

TCya dagirker ji bo ku Kurdan ji Gelîyê Pêrî derxîne, bendavên pir mezin çêdike. Hindik maye ku hemû deverên Pêrî bibin bendav û gundên li derdorê Pêrî di bin avê de bimînin. TC bi çêkirina bendavan him xwezaya Kurdistanê talan dike û him jî gelê Kurd ji Kurdistanê derdixîne.

 

TCya dagirker di sêkoşeya ku çemên Pêrî, Mûnzûr û Mûrad digîhêjin ser hev bendaveke pir mezin (Keban) çêkiriye, Kurd ji vê devera ku bi her awayî berdar e derxistine û ji gelek deveran Tirk anîne li vir bi cî kirine.

 

TEJANEYA PÊRÎ (GELÎYÊ PÊRÎ)

Çemê Pêrî, ji derdora Çîyayê Çavreş û Çîyayê Xilxalê dest pê dike. Ava Herdo li ber Çataxa Qirtûzî (Dörtyol, gundê kanîreşê) tev li Çemê Çataxê dibe, li rojavayê Çataxê çemekî ku ji hêla Çîyayê Xilxalê tê jî tev li Çemê Çataxê dibe. Çemê Çataxê li jêrê Endirsîyê1 digîhêje ser Çemê Pêrî.

 

Çemê Qortî di ber Mozê (Yeşilgöl, gundê Çêrme) re derbas dibe û tev li Pêrî dibe. Derê Baxirî û Derê Qeregolî ji bakur û başûrê Koyê Baxirî dest pê dikin û li rojhilatê Açîregê (Kabadal, gundê Çêrme) digîhêjin ser hev. Derê Baxirî li başûrê rojhilatê Pêrtegê (Gelinpertek) tev li Pêrî dibe.

 

Pêrî di nav Rasta Çêrme (Yedisu) re derbas dibe û vê rastê bi aluvyonan dinuxumîne. Lewra erdê vê deverê berdar e. Dirêjayîya vê rastê li dor 12 û firehîya wê jî di navbera 2-4 kîlometreyan de ye. Fasûle, genim, ceh, garis û hin zerzewat (sebze) li vir tên çandin. Çemê Pêrî li rojavayê Dînikê (Akımlı) dikeve nav sînorê Pîlemûrê, di nav Çîyayê Şeytên re derbas dibe û ber bi başûr ve diherike. Ava Çomakê li nêzîkî Hequstunê (Topraklı, gundê Gêxî) tev li Pêrî dibe.

 

Pêrî ji Hequstun û heta nêzîkî Gêxîyê gelî û derbendeke kûr, teng û dûdirêj çêdike, ev devera ku jê re Çemê Kelxaşê an Derbenda Kelxaşê tê gotin pir asê ye, qet tu zevî li vê deverê tuneye. Newala Şeytanê (Newala Şeytên) li bakurê rojhilatê Gêxîyê digîhêje ser Pêrî. Çemê Kerek (Ava Kerekê, Kerek Deresi) ji bakurê Çîyayê Seyid Qasim dest pê dike, di nabêna Seyid Qasim û Gêxîyê re derbas dibe û li ber Pira Selengê tev li Çemê Pêrî dibe. Pira Selengê ya dîrokî nuha di bin ava bendavê de maye.

 

Çemê Pêrî piştî ku Newala Şeytanê û Gêxîyê derbas dike ber bi başûrê rojava ve diherike. Gelîyê çem teng û kûr e, gelek deverên wê asê ne. Çemê Horhorê di başûrê Temranê (Bağlarpınar, gundê Azarpêrtê) re derbas dibe û digîhêje ser Pêrî. Çemê Qiciq li derdora Unguzug (Baklalı, gundê Gêxîyê) tev li Pêrî dibe. Devera ku Horhor û Qiciq tev li Pêrî dibe anuha bûye Bendava Muxbêdê (Özlüce Barajı).

 

Gelîyê Çemê Qiciq ji hêla Qêrê (Kırköy, gundê Xolxolê) û Bilêcê (Bilice, gundê Gêxîyê) dest pê dike û heta Çemê Pêrî dewam dike. Gelek gundên Gêxîyê li bakurê vî gelîyî dimînin: Xaror (Sabırtaşı), Qerîs (Çaltepe), Êşanan (Uçaklı), Sivgêlik (Açıkgüney), Xûpûs (Yazgünü), Zix (Balıklı), Hoxas (Dallıca) û hwd. Girasor (Karataş) û Xaçatûr (Kutluca) jî li başûrê Çemê Qiciq dimînin.

 

Gelîyê Çemê Qiciq teng, kûr û asê ye. Li derdora gelîyê çem gelek rastên biçûk hene. Çandinî li van rastan pêk tê. Genim, ceh û patat (qartol) tên çandin. Patat herî pir li gundê Zenan (Zeynelli, gundê Xolxolê) şîn dibe. Darên fêkî jî şîn dibin: Gûz, gelek cureyên alûceyan (erîk), mişmiş, tû û hwd. Di nav gelî de li hin deveran darên gûzan dibin daristan, gûzên van deveran pir hêja ne; mezin in, qalikên wan zirav in û qinên wan jî sipî ne. Li derdora Gêxîyê darên bindeqan (findeq, fındık) jî şîn dibin. Di navbera gundê Qazîk (Kadıköy) û Hoxas (Dallıca) de gelek darên bindeqan hene. Derdora Gêxî û

Xolxolê ji hêla avûhewayê jî balkêş e. Bakurê Gêxî, ber bi Çîyayê Şeytên ve di meha Gulanê de jî sar û seqem e, berf li erdê ye; lê li gelîyê Çemê Pêrî, li gundê Çemê Zeynê (Surmelikoç) tû digîhêjin, êdî tên xwarin. Heta pembo jî tê çandin.

 

Bendava Muxbêdê (Özlüce Barajı) li ser Çemê Pêrî hatiye çêkirin. Ev bendav ji devera ku sînorê Azarpêrt û Gêxîyê digîhêjin ser hev dest pê dike û heta Muxbêdê (Özlüce, gundê Depê) dewam dike. Gelek gund û deverên Gêxî, Azarpêrt, Xolxol û Depê di binê ava vê bendavê de mane.

 

Çemê Pêrî di nav Dep (Karakoçan) û Xolxolê (Yayladere) de dibe sînor. Li vê deverê ji çîyayên li bakurê rojava û Çîyayê Silbûsê (Silpûz, Silbûs, Çîyayên Sulb û Star2) gelek av xwe bera ser vî çemî didin. “Çîyayê Star, li kêleka Tarû û Silbûsê çîyayê sêyemîn û herî bilind e.”3 Çîyayê Silbûsê li pişta Xolxolê (Yayladere) ye, her çiqas ji dûr ve pir tûjik xwîya dike jî jorê vî çîyayî dûz e û her dem bi berf e.

 

“Çîyayê Silbûs û Çîyayê Tarû li kêleka hev, wek du bira ber bi ezmên bilind dibin. Li gor bawerîya gelê vê herêmê, di êrîşeke dagirkeran de Silbûs şer kiriye, lê Tarû nehatiye alîkarîyê. Ji ber vê yekê Silbûs nifur li Tarû kiriye û qotê wî perçe perçe bûye. Di Gelîyê Çemê Pêrî de zîyareta herî girîng Silbûs e. Li jorê Sibûs gelek deverên ku însan karibin bi şev lê bimînin hene. Li gor bawerîya gelê herêmê divê însan sê caran derkeve ser qotê Silbûs. Di demên borî de, însanan pêdivîyên xwe li heywanan bar dikirin, derdiketin ser Silbûs û bi şev jî li vir diman, îro jî hin gundîyên ku vê dikin hene. Ji ber ku qotê vî çîyayî sar e, însanan ji xwe re bi keviran hevşo çêkirine. Di berbangê de temaşekirina hilatina rojê kêfxweşîyeke mezin e... Bi Ermenkî navê Çîyayê Silbûs Surp Luys e û wateya wê jî ronîya pîroz e. Ji ber ku çîya pir bilind e, Gêxî û hemû gundên wê dihatin dîtin, bi dûrbînê Palo jî dihat dîtin. Li palên vî çîyayî hin şikeft hebûn ku bi sedan însan karîbûn tê de bimana.”4

 

Derê Pîran, ji sînorê Qişle (Nazimiye) û Xolxolê dest pê dike, avên ku ji çîyayên Tarû û Silbûsê diherikin li bakurê rojavayê Pargasorê (Kalkanlı, gundê Xolxolê) digîhêjin ser hev û bi navê Derê Pîran tev li Çemê Pêrî dibin.

 

Pêrî di nabêna Çemê Zeynê (Sürmelikoç, gundê Xolxolê) û Xarîga Binene (Aşağıdoluca, gundê Qişleyê) de dikeve nav sînorê Qişle û Depê. Gelek av ji hêla Koyê Dûzgî (Çîyayê Dûzgî, Düzgün Baba) derdikevin û li derdora Seyid Mamûdan (Pamuklu, gundê Depê) û Zerikan (Koyunuşağı, gundê Mazgêrdê) tev li Çemê Pêrî dibin. Pêrî li vê deverê dibe sînorê Mazgêrd û Depê. Oxî di nabêna Deşt û Baxînê (dedebağ, gundê Mazgêrdê) de tev li Çemê Pêrî dibe.

 

Nalê Muxundî li başûrê rojhelatê Mîran (Direkli, mezreya Canîga Mazgêrdê) tev li Pêrî dibe. Çemê Qûçîyan di nabêna Elexmûr (Alayağmur, gundê Depê) û Kurekan (Obuzbaşı, gundê Mazgêrdê) de tev li Çemê Pêrî dibe.

 

Pêrî berî ku Bendava Kebanê bê çêkirin li derdora Wasgîrtê (Çalıözü, gundê Pêrtagê) tev li Çemê Mûnzûrê dibû û digîhaşt ser Çemê Mûradê. Nuha li derdora Teter (Tatarköy, gundê Macîran/Qowancîyan) û Seyîdan (Elmalık, gundê Mazgêrdê) tev li Kebanê dibe.

 

Têbinî

1 Endirsî navê herêma ku Çêrme li dimîne ye, wek Gelîyê Endirsîyê tê zanîn, Çemê Pêrî di vî gelîyî re derbas dibe.

 
2 Andranîk, Dêrsim, Weşanên Deng, 2009, Stenbol. 
 
3 Ramazan Çeper, Etîmolojiya Çîyayên Kurdistanê, Weşanên Tevn, r 31, Stenbol, 2012.
 
4 http://www.conag.org/tr/silbus_tr.htm
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin