Çemê Mûnzûrê bûye warê geştyariyê

Çemê Mûnzûrê bûye warê geştyariyê

Îsal li bajarê Dêrsimê hejmara geştiyaran sê qat ji ya xelkê wê navçeyê zêdetir bûye û êdî li hotêl û motêlên wê parêzgehê bi zorê cih tê peydakirin. Di nava sê rojên derbasbûyî de, nêzîkî 500 hezar otomobîl derbasî sînorê herêmê bûye.

A+A-

Dêrsim, bajarê derd û kulan; bûye hêlîna geştyaran û ref bi ref xelk berê xwe dide seyrangehên Dêrsimê.

 

Bi kêmbûna şer û operasyonan re, kerta geştiyariyê ya li Dêrsimê geş bûye û xelkê wê parêzgehê dibêje, eger şer û operasyon bêne rawestandin, dê zêdetir sûdeyê bighînin wê navçeyê û xwezaya wê.

 

Li bajarê Dêrsimê, kêm caran bi vî awayî germa xelkê bêzar dike û berê wan dide çemê Mûnzûrê. Rêjeya tijîbûna hotel, motel û plajên wê navçeyê %100 derbas kiriye. Di nava 3 rojan de 500 hezar otomobîl ketine sînorê wê parêzgehê û hejmara geştyaran sê car ji ya xelkê wê navçeyê derbas kiriye.

 

Pileyên germê gihîştine 40 dereceyan û çemê Mûnzûrê jî bûye warê geştiyar û xelkê navçeyê. Salane bi hezaran geştyar diçin wê parêzgehê û demên xweş di nava xwezaya wê parêzgehê de derbas dikin.

 

Li plajên Mûnzûrê ji avên hewûz û golên destkird zêdetir, xelk di nava xwezayekî nerm û avên hênik de demên xweş derbas dikin.

 

Ne tenê xelkê navçeyê, di heman demê de ji çendîn parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xelk diçe wan seyrangehan. Ji bajarên Stenbol, Enqere û çendîn bajarên din jî xelk berê xwe dide Dêrsimê.

 

Geştyar dibêjin, ew bi rêka kompaniyên geştiyariyê van geştên xwe encam nadin, berovajiyê wê, ew bi otomobîlên xwe derdikevin rêkê û dixwazin li tevahiya sirûşt û xwezaya Dersimê bigerin.

 

Ji aliyê Rêveberiya Geştûgûzariyê ya Dêrsimê ve li çendîn navçeyan, seyrangeh hatine nûjenkirin û ji bo pêşwazîkirina geştiyaran amadekarî hatine kirin û her sal bi deh hezaran geştiyarên navxwe û biyanî serdana wan dikin.

 

Bi kêmbûna şer û pevçûnên li sînorê wê parêzgehê re, bala xelkê diçe ser borandina demên xweş di nava xwezaya Dêrsimê de. Bi sedema şer û operasyonan, ziyanên mezin gihîştine xwezaya wê parêzgehê û xelkê wê navçeyê jî dibêje, nebûna şer û operasyonan, wê sûdên gelek mezintir bigihînin bajarê wan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin