Çekdarên ser bi Tirkîyê ve 8 kes li Efrînê revandin

Çekdarên ser bi Tirkîyê ve 8 kes li Efrînê revandin

Çekdarên grûpa Lîwaya Mihemed el-Fatih a girêdayî Tirkîyê 8 welatîyên Kurd ji gundê Mamila ser bi nahîyeya Raco girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, roja 10 gulanê çekdarên grûpa navborî avêtine ser gundê Mamila û 7 welatî girtine.

Her yek ji Kîmaho Enwer Kurdî, Dozyar Enwer Kurdî, Mihemed Osman, Demxwaş Kolîko, Ehmed Mihemed, Ehmed Mistefa û Hesen Cemîl Hesen ji bo cihekî ne dîyar hatine birin.

Herwiha roja 30yê Nîsanê, welatîyê Kurd Enwer Osman Hemkolîno ê  40 salî, li ser destê çekdarên heman grûpê hatîye revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê dîyar kir ku çekdarên grûpa Lîwaya Mihemed el-Fatih daxwaz 400-500 dolar li beramber berdana her kesekî ji wan girtîyan dikin.

Li alîyê din li Efrînê di nava mehekê de 22 kes hatine revandin.

Berdevkê Komeleya Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo aşkere kir ku li Efrînê di nava mehekê de 22 kes ji alîyên komên çekdar ên girêdayî Tirkîyeyê ve hatine revandin ku 2 ji wan jin in.

Çekdar ji malbatên kesên ku revandine daxwaza pereyan dikin. Li gor daxuyanîya Şêxo Îbrahîm li Cindirisê jî çekdaran bingehek ava kirine û ji wê bingehê bo Lîbyayê çekdar tên şandin û komên ku naxwazin biçin Lîbyayê tên jinavbirin.

Herwiha zarokekî bi navê Ebdo Şêxo bi zorê bo Lîbyayê hatîye şandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin