Çekdarên opozisyona Sûriyê 170 darzeytûn li gundekî Efrînê birîn

Çekdarên opozisyona Sûriyê 170 darzeytûn li gundekî Efrînê birîn

.

A+A-

Hat ragihandin ku çekdarên opozisyona Sûriyê 170 darzeytûn li gundê Qeretepe yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê birîne.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Duşema bihorî hejmarek çekdar 170 darzeytûn li ser rêya Heleb-Efrîn, li gundê Qeretepe yê li rojhilatê Efrînê birîne.

Li gor heman çavkaniyan, ew darzeytûn ên welatiyekî bi navê Mihemed Şêxo ne ku bi xwe xelkê gundê Qeretepe ye.

Li gor çavkaniyên ji nav Efrînê, di demsala zivistanê de, birîna darzeytûnên cotkarên Efrînê bi destê çekdarên opozisyona Sûriyê û Ereb û Turkmenên hawirde zêde dibe, ji ber darên birî wek êzing difiroşin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin