Çekdarekî YPG ê zarok dayika xwe kuşt

Çekdarekî YPG ê zarok dayika xwe kuşt

Bûyer li bajarokê Çilaxa yê bi ser Derika Kurdistana Rojava ve rûda.

A+A-

Zarokekî 15 salî ku berî demeka kurt tevlî grupeka bi ser PYD ve bûbû bi 2 gulleyên kalaşnîkovê dayika xwe kuşt.

Bûyer li bajarokê Çilaxa yê bi ser Derika Kurdistana Rojava ve rûda.

Roja 7.1.2017 zarokê bi navê Ahmed Mûaz Heyder endamê "Ciwanên Şoreşger" ên bi ser Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD), şaxê PKK li Sûriyê li malê bi 2 gulleyan ji kalaşnîkova xwe dayika xwe kuşt.

Heta niha nahatiye zanîn, bûyer di encama pevçûnekê de, yan jî bê hemdî rûdaye.

Rêxistinên mafên mirovan gellek caran PKK û tevgerên bi wê ve girêdayê, û bi taybet YPG û YPJ, bi leşkerkirina zarokan tawanbar kirine.
(E.B)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin