Çekdaran dîsa êrişî kurdên Elewî kirin!

Çekdaran dîsa êrişî kurdên Elewî kirin!

Çekdarên alîgirên Tirkiyê yên ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kirine, dîsa êrişî gundan kirin û gelek kes revandin.

A+A-

Çekdarên alîgirên Tirkiyê yên ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kirine, dîsa êrişî gundan kirin û gelek kes revandin.


Li gorî nûçeya K24, şeva borî çekdaêrn grûpa Feyliq El Şam ketin gundê Şîtka yê devera Mabeta ya Efrînê, mal seh kirin û hejmarek kes bi hinceta ku pêwendiya wan bi PYD û YPGê re heye, revandin.
Li gorî nûçeyê, ji ber rewşa aloz ya li nav gund çêbibû, nehatiye zanîn ka çend kes ji aliyê çekdaran ve hatine revandin.


Roja 29 Hezîrana îsal jî, çekdarên grûpa Cebhe El-Şamiyê ketin nav gundên devera Mabeta, ji bilî pişknîn û dizîna pere, zêr û kelûpelên gundiyan, zêdetir ji 150 kesî jî girtin û lê dan. Hejmarek ji welatiyan piştî pere dan wê grûpê hatin berdan.


Bajarokê Mabeta 15 km li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî di derheqê wan de ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tên kirin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin