Çekdaran 8 welatiyên Efrînê revandin!

Çekdaran 8 welatiyên Efrînê revandin!

Çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê 8 welatiyên kurd li gundewarê bajarê Efrînê girtin û revandin.

A+A-

Hate ragihandin, ku çekdarên Firqeya Hemze ya opozisyona Sûriyê 7 welatiyên sivîl ji gundê Îsko yê ser bi nahiyeya Şêrawa ya Efrînê ve girtin.

 

Her li gorî zanyariyên ji Efrînê ve, li nahiyeya Cindirêsê jî çekdaran welatiyekî Kurd bi navê Ebdulrehman Mihemed Tobal girtine.

 

Bi gotina nişteciyên Efrînê, her rojê çekdarên opozisyonê li hemû nahiye û navçeyên Herêma Efrînê welatiyên sivîl digirin û wan îşkence dikin û li hember berdana wan, pereyan ji wan distînin û mal û mulkên wan jî talan dikin.

 

Herwiha çavkaniyekî din ji nav bajarê Efrînê ve ragihand, ku ji roja Yekşemê ve çekdarên opozisyonê welatiyekî kurd li taxa Eşrefiyê  yê bajarê Efrînê revandin, ku heta niha jî çarenivîsa wî nediyar e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin