Çekdaran 6 kesên sivîl ji gundên Efrînê revandin

Çekdaran 6 kesên sivîl ji gundên Efrînê revandin

.

A+A-

Grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin. 

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 6 kesên sivîl gundekî Efîrnê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 6ê Mijdarê, Ebdo Ehmed Elîko û Ciwan Hikmet Silko yên gundê Îska revandin.

Diyar kir jî, Ebdo Ehmed Elîko û Ciwan Hikmet Silko, dema berhemên çandiyê ji gund dibirin bazara Efrînê, li rêbenda Tirindê hatin revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, roja 3ê Mijdarê hêzek ji grûpa “Polîsa Azad” ji bajarokê Mariê yê ser bi Ezazê ve derbasî gundê Kosa yê Efrînê bû û xortê bi navê Xebat Mislim Bekir revandin.

Da zanîn jî, ev cara sêyem e, grûpên çekdaran Xebat Mislim Bekir bi tometa ku pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re hebû, direvînin, her carê jî fidyê jê distînin û berdidin.

Roja 7ê Mijdarê jî, grûpa Polîsa Azad roja xortê bi navê Mistefa Ednan Şêx Sadiq bi tometa ku pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re hebû ji bajarê Efrînê revand.

Grûpa Feyleq El-Mecid ji roja 4ê Mijdarê ve Muxtarê gundê Kêla Husên Beyrem ji ber wî red kir 300 tenekeyên zeytê ji gundiyan kom bike, revandiye.

Muxtarê gundê Kêla Husên Beyrem ji ber wî red kir baca 300 tenekeyên zeytê ji gundiyan kom bike û bide çekdarên Feyleq El-Mecid, çekdaran ew ji roja 4ê Mijdarê ve revandiye û çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin