Çekdaran 4 kalemêr ji gundekî Efrînê revandin

Çekdaran 4 kalemêr ji gundekî Efrînê revandin

.

A+A-

Heta niha bi hezaran welatiyên kurd ên Efrînê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin û çarenivîsa hejmareke mezin jî ne diyar e. 

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê bi armanca belavkirin tirs û hovê di nava xelkê Efrînê de û standina fidyê ji wan, bi revandin û eşkencedana welatiyan berdewam e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, çekdarên grûpa Cebhet El-Şamiyê pêr 15ê Sibatê bi ser gundê Mîrka yê navçeya Mabeta ve girtin û 4 kesên bi temen revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mistefa Bekir Omer 62 salî, Mistefa Mehmûd Ebdo 61 salî, Mihemed Menan Ebdo 60 salî û Mihemed Mistefa Hesîko 47 salî.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir jî, roja 22.12. 2020an grûpeke çekdar ser bi Cebhe El-Şamiyê ve bi ser mala Ebdo Izet Gênc li gundê Mîrka de girtibûn û ew revandibûn. Ji ber awayê ku ketine nava malê û lêdana li wî, hevjîna wî Şîrîn ji ber tirsê nexweş ket. Pêr jî Şîrînê li nexweşxaneyeke Kirikhana Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, bi hezaran welatiyên kurd ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û hîna çarenivîsa hejmareke mezin a revandiyan jî ne diyar e.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin