Çekdaran 2 kes ji Efrînê revandin

Çekdaran 2 kes ji Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine, 2 welatîyên Kurd ên Efrînê revandin û çarenivîsa wan ne dîyar e.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Ewlehîya Sîyasî ligel Îstixbarata Tirkîyê duhî karmendê Encûmena Efrînê ya Sivîl Beşar Mosako revand û ber bi cihekî ne dîyar ve bir.

Herwiha grûpa Ewlehîya Sîyasî ligel Îstixbarata Tirkîyê duhî Idrîs Mihemed Henîf Şêxo dema ji Efrînê vedigerî mala xwe li navçeya Şer revand.

Ev yek di demekê de ye, di du rojên bûrî de, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkîyê ve, 3 kes, jinek û zarokekî 14 salî ji Efrînê revandibûn.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin