Cebar Yawer: Hikûmeta federal nikare deverên lê desthilate kontrol bike

Cebar Yawer: Hikûmeta federal nikare deverên lê desthilate kontrol bike

.

A+A-

Sekreterê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer ji K24ê re ragihand, “Hikûmeta Federal a Iraqê nikare navçên di bin desthilata xwe de kontrol bike. Piraniya kiryarên teroristî yên rû didin, li navçeyên ku vala ewlehiyê lê heye.” Diyar kir jî, her çend e ew bi Hikûmeta Iraqî re rêkeftibûn ku hêleke berevaniyê dirust bikin û operasyonên hevbeş pêk bînin, lê Hikûmeta Iraqî heta niha bi awayekî cidî nehatiye pêş.

Cebar Yawer got: “Çalakbûna DAIŞ'ê vedigere wê yekê ku wekî rêxistina terorê ya cîhanî bi dawî nehatiye. Her çend e sala 2017'an piştî rizgarkirina Mûsilê Hikûmeta Federal diyar kir ku DAIŞ têk çûye, lê me her wê demê got ku DAIŞ bi dawî nehatiye û tenê îmareta xwe winda kiriye. DAIŞ awayê şerê xwe diguhere û xwe birêkxistin dike, ew pişta xwe bi şaneyên razayî girê dide û bi şêweyê komên biçûk dest bi kiryarên xwe yên terorîstî dike."

Got: "DAIŞ di sala 2018an de 456 kiryarên terorîstî pêk anîn. Di sala 2019an de 270 çalakiyên terorîstî pêk anîn. Di sala 2020an de 260 kiriyarê terorîstî kirin. Lê tenê DAIŞ di 3 mehên destpêkê yên 2021an de, 51 kiryarên terorîstî kirine, ji bilî êrîşa vê carê jî, DAIŞê hemû çalakiyên xwe yên terorîstî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê hatine kirin."

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge got: “Hikûmeta Federal nikare kontrola navçeyên di bin desthilata xwe de bike û piranîya van kiryarên teroristiyane li deverên jêr destên wê de tên kirin,  ew êrîşa duhî ya teroristî, DAIŞ ji navçeyên ku di bin kontrola hêzên Hikûmeta Federal de hatibû.”

Her wiha destnîşan kir: "Tevî di civînên me yên bi Hikûmeta Federalî re yên ji sala 2019 'an heta Tîrmeha 2020'an, me li ser hin xalan li hev kiriye ku em hêla berevaniyê çêbikin, operasyoneke hevbeş birêve bibin, navendeke hevkariyê çêbikin, lê hikûmeta Iraqê bi awayekî cidî bi pêş ve nehatiye, ji bo em vê rêkeftinê bi cih bînin, da ku em DAIŞ'ê bi temamî kontrol bikin."

Herwiha got: "Piraniya çalakiyên DAIŞê li çiyayên li Diyala, Celewla û Hemrînê, ta digihe deverên nêzî Şareban û piştre jî deverên Qeretepe, ligel deverên Selahedîn, heta nêzî Duz û Kefrî û ta digihe nêzîkî Mexmûr, dibin û ev dever bûne pêgeha DAIŞê"

Cebar Yawer tekez li ser wê yekê kir, her çend e DAIŞê li wan deveran çalakiyên xwe dike, lê belê ligel wê jî nakokî li wan deveran heye, ji ber vê çendê jî me çendîn caran daxwaza cîhbicîkirina madeya 140 kiriye û me daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî kiriye, da ku destpêşxeriyê bike û vê pirsgirêkê çareser bike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin