Çavuşoglu: Xebatên ‘Navçeya Aram’ ne bi dilê me ne

Çavuşoglu: Xebatên ‘Navçeya Aram’ ne bi dilê me ne

Wezîrê Derve yê Tirkîyê ragihand ku ew derbarê ‘Navçeya Aram’de axivî û ragihand ku xebat ne li gor daxwazên wan dimeşin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu derbarê xebatên pêkanîna ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê axivî.

 

Mevlut Çavuşoglu aşkere kir ku derbarê pêkanîna wê navçeyê de ew ji asta ku gihiştinê dilxweş nînin û dîyar kir, “Em ji asta ku em gihiştinê kêfxweş nînin. Eger mijûlkirin berdewam bike, em dê li gorî serê xwe tevbigerin. Eger em li gel Amerîkayê li hev nekin, em dê rêxistina terorê paqij bikin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin