Çavuşoğlu: Piştî Minbicê em ê berê xwe bidin deverên din

Çavuşoğlu: Piştî Minbicê em ê berê xwe bidin deverên din

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ku Tirkiye dê piştî Minbicê ligel Amerîkayê derbasî deverên din jî bibe û got, di nexşerêya Minbicê de behsa vê mijarê hatiye kirin.

A+A-

Mevlut Çavuşoglu diyar kir, ku vekişîna YPGê ji wan cihên ku artêşa Tikiyê çavdêriya wan deran dike, nayê wê wateyê ku YPG ji Minbicê vekişiyaye û got, piştî Minbicê, Tirkiye dê derbasî rojhilatê çemê Firatê jî bibe.

 

Çavuşoglu aşkere kir, ku di nexşerêya hevbeş a Amerîka û Tirkiyê ya bo Minbicê de, behsa vê yekê tê kirin û di civînên grûpên kar de jî,  axavtin li ser vê meseleyê hatiye kirin.

 

Derbarê Iraqê de jî,  Wezîrê Derve yê Tirkiyê da zanîn, ku ew dê konsulxaneyên xwe yên li Mûsil û Besrayê careke din vekin û da xuyakirin, wan ji ber rewşa ewlekariyê konsulxaneyên xwe girtibûn, lê niha bi başbûna rewşê ew dê dîsan wan konsulxaneyên xwe vekin.

 

Çavuşoglu destnîşan kir, ku ew dê di derbarê vekirina deriyê sînorî yê Kor Ava (Ovakoy) û mijarên têkildarî gumrukê de bi hikûmeta Iraqê re gotûbêjê bikin.

 

Bi gotina Çavuşoglu, berhem û kelûpelên ku niha ji Tirkiyê ve bo Iraqê tên hinardekirin, du caran gumruk li wan tê wergirtin, carekê li sînorê Herêma Kurdistanê yê ligel Tirkiyê û careke din jî li sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê û ji ber wê yekê jî pêwîst e ku gumruk û balafirxaneyên li Herêma Kurdistanê bikevne bin desthilata hikûmeta navendî ya Iraqê.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, derbarê operasyonên li dijî PKKê de jî ragihand, ku Tirkiye dê wan operasyonan berdewam bike û tekez kir, ji bo nehêlana PKKê di nava axa Iraqê de her tiştê ku pêwîst be, ew dê bikin.

 

Mevlut Çavuşoglu amaje bi nakokiyên navbera Amerîka û Îranê li ser bernameya etomî ya Îranê kir û da xuyakirin, ku Tirkiye ceza û dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê bi rast nabîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin