Çavuşoglu: Operasyona me ne girêdayî bi vekişîna Amerîkayê ye

Çavuşoglu: Operasyona me ne girêdayî bi vekişîna Amerîkayê ye

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got: “Operasyona me ya dijî YPG/PKKyê girêdayî vekişîna Amerîkayê nîne."

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku piştî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got dê li rojhilatê Firatê operasyonê bikin Amerîkayê biryara vekişînê da û got: "Hem hun dê biryara vekişînê bidin û hem jî bo venekişin hun dê Tirkiyê tohmetbar bikin. Yên li meydanê hewl didin dijminatiya Tirkiyê zêde bikin."

 

Mevlut Çavuşoglu da zanîn ku di vê pêvajoyê de aliyên ewlekariyê yên Amerîkayê dixwazin “Serok” ji biryara wî poşman bikin û got: "Ji bo vê yekê jî dibêjin bila Tirk, Kurdan nekujin, ev uslubekî gelekî şaş e, me ji muxatabên xwe re got ku em ji vî uslubî nerazî ne."

 

Li gor Çavuşoglu, dema bibêjî Kurdên Sûriyê nayê wateya YPG/PKK û bibêjî Kurdên li Tirkiyê jî nayê wateya YPG/PKKê û dibêje: "Ji hemû kesî zêdetir divabû Pompeo vê yekê baş bizane. Me mafên Kurdên li Sûriyê jî parast. Rêxistineke terorê heye û ev bo me gef e. Amerîka piştgiriya wan dike. Serkirdeyek dema soz da divê li pey soza xwe be."

 

Çavuşoglu dibêje ti peywendiya operasyona wan a dijî YPG/PKKê bi vekişîna hêzên Amerîkayê ve nîne û got: "Li meydanê hinek kar li ser venekişînê dikin. Ya girîng soza Trump e û koordînasyonê destpê kir."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin