Çavuşoglu: Heke Esad di hilbijartinê de bi ser bikeve em ê pê re kar bikin

Çavuşoglu: Heke Esad di hilbijartinê de bi ser bikeve em ê pê re kar bikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand: “Eger Esed di hilbijartinên demokratîk de bi ser bikeve, em dê karkirina li gel wî bifikirin.”

A+A-

Mevlut Çavuşoglu li Qeterê di Konferansa Dohayê de axivî û diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump mijara vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyê dinirxîne û herwiha eşkere kir ku eger li Sûriyê hilbijartineke demokratîk û pêbawer were encamdan, dibe ku pêwîst be hemû alî mijara karkirina bi Beşar Esed re binirxînin.

 

Li gor ajansa nûçeyan a Reutersê, Serokê Amerîkayê Donald Trump di Lûtkeya G20 a Arjantînê de ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re ragihandiye ku li ser mijara radestkirina 'Gulen û kesên din' dixebitin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin