Çavuşoglu: Em qebûl nakin

Çavuşoglu: Em qebûl nakin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu tekîldarî biryara Amerîkayê ya derbarê dorpêçên ser Îranê de ragihand ku ew xweferzkirinên di warê çawaniya têkilîdananê ya ligel cîranan û sizayên yekalî qebûl nakin.

A+A-

Piştî ku Amerîkayê ragihand ku ew dubare mafê bexşbariyê nade wan 8 welatên ku petrol ji Îranê hawirde dikirin, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser hesaba xwe yê Twiterê ragihand ku ew sizayên yekalî qebûl nakin.

Mevlut Çavuşoglu dibêje ku biryara Amerîkayê ya bi dawî anîna lêborîna kirîna neftê ji îranê, xizmeta aşitî û seqamgiriya herêmê nake û dê xisarê bide gelê Îranê.

Çavuşoglu got: "Em xweferzkirinên di warê çawaniya têkilîdananê ya ligel cîranan û sizayên yekalî qebûl nakin.  Pêşniyazkirina kirîna petrolê jibilî Îranê ji dewletekê din, ji hed derketin e."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin