Çavuşoğlu: Em ê digel Iraqê operasyona li dijî PKKê bikin

Çavuşoğlu: Em ê digel Iraqê operasyona li dijî PKKê bikin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got, "Em dê bi Iraqê re operayoneke hevpar ya dersînor li dar bixin."

A+A-

Çavuşoglu di dema serdana xwe ya li Avusturyayê de axivî û got, "Operasyona Efrînê heta meha gulanê wê biqede.

Çavuşoğu got; li Iraqê jî dê li dijî PKKê operasyona dersînor were lidarxistin û ev operasyon dê bi hevkariya Iraqê were lidarxistin. Ger operasyona Efrînê neqede jî, em dikarin herdu operasyonan bi hev re bimeşînin."

 

Çavuşoglu got, hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim niha li Swêdê ye û me ji wî welatî daxwaz kir ku wî bi awayekî demkî bigirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin