Çavuşoglu: Çekên ku dan YPGê dê ji wan bên stendin

Çavuşoglu: Çekên ku dan YPGê dê ji wan bên stendin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku, “Şandeyên me civîneke pêşamedekarî li ser nexşereya ku me li hev kir vê pêk bînin û piştre jî qonaxa pêkanînê dest pê dike. Pêşamadekarî wê di nav 10 rojan de dest pê bike.

A+A-

Çavuşoglu eşkere kir ku ev nexşere wê li herêmên din jî pêk were û çekên dane YPGê dê ji wan werin standin.

Wezîrê Karê derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got ku modela Minbiçê piştî ku biqede em ê li hin deverên din jî pêk bînin. Çavuşogluyê ku li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê di civîna çapemeniyê de bersivên rojnamevanan da wiha got: "Di civînê de mijarên dualî û herêmî cih girtin. Bi giştî çarserkirina siyasî û têkoşîna li dijî koman di serî de, em li Sûriyeyê dikarin çi bikin hat guftogokirin."

 

'MODELA MINBIÇÊ DÊ LI HIN DEVERÊN DIN JÎ WERE SEPANDIN'

Wezîrê tirk da zanîn ku di hevdîtinên li Amerîkayê de pêwendiyên aborî yên herdu aliyan jî hatin nirxandin û gazincên xwe kirin. Çavuşoglu: "​Di beşa ewil a pêvajoya ku me pejirand de, ekîbên me dê xebatek amadehiyê biajon, hevalên ji îstîxbaratê, serekaniyê û wezareta berevaniyê dê civînekê li dar bixin, piştre beşa sepandina modelê dê bê lidarxistin." Çavuşoglu got ku piştî qedandina modela Minbiçê, li hin devêrên din jî heman model dê bê sepandin.

'VEKŞÎN DI NAV 6 MEHAN DE DÊ PÊK WERE, ÇEK JÎ WÊ PAŞ DE BÊN STENDIN'

Wezîrê tirk Çavuşoglu eşkere kir ku serokê berê Barack Obama soz dabû ku dê YPG ji Minbiçê vekişe lê ti carî ev soz nehat cih, ji ber vê meseleyê pêwendiyên me hatin ber qutkirinê, herwiha li gor nexşereyê piştî ku YPG ji Minbiçê vekişe dê çekên ku hatine radestkirin jê bên stendin, vekşîn jî di hundirê 6 mehan de wê pêk were.

 

(Sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin