Çarpel Webîner dest bi weşana xwe dike

Çarpel Webîner dest bi weşana xwe dike

​​​​​​​Webînera yekem a kurdî Çarpel Webîner dest bi weşana civînên onlîne dike.

A+A-

Platforma Civîn, Webkonferans, Semîner û Perwerdeyên onlîne, Çarpel Webîner dest bi civînên Onlîne dike ku wek Webîner jî têne binavkirin.

Di Çarpel Webînerê de wê guftûgo, civîn û mineqeşeyên siyasî û kulturî bên kirin. Civîn wê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî bên pêşkeşkirin. Civîn li gor mêvanan, wê carina bi zimanên din jî bên pêşkeşkirin.

Civîn wê li ser xeta Înternetê bi rêya Facebook Live û Youtube Live jî zîndî bên pêşkeşkirin.

Ji bilî vê, kî bixwaze wek temaşevan an mêvan jî dikare beşdarî civînan bibe, li vir pirsan ji panelîstan bike an nêrînên xwe bêje.

Ji bo agahiyên fireh xwe bike endamê Grûba Çarpel webînerê da ku tu ji agahî û cîvînan haydar bibî û ji semîneran nemînî.

Adresa linka Gruba Facebokê: https://www.facebook.com/groups/646648095891800/

 Tu yê çewa beşdarî civînan bibî û pirsan ji panelîstan bikî?

Ketina hundur ya odeya civînê hem ji bo komputeran hem jî ji bo telefonan bi rêya appeka (program) bi navê ZOOM tê kirin. Beriya civînê ê lînkeka  ji ZOOMê were ber destê te.

Mînaka adresa civînê:    https://us02web.zoom.us/j/01234567890 (Ji bo her civînê lînk diguhere)

Tu ji komputera xwe tenê pêl lînka hatî bikî wê odeya civînê otomatîk vebe.

Heke tu dixwazî ji telefona xwe ya mobîl têkevî odeya civînê, divê di telefona te de jî Programa(APP) bi navê ZOOMê hebe.

Ji lînkên jêr programê li telefona xwe barbike. Piştî ku te program li telefona xwe barkir ji lînka jor jî têkeve odeya civînê.

...................... ...................... ...................... ...................... ...................... ............

Adresa barkirina ZOOMê (ji bo telefonan)

APPSTORE (ji bo telefonên IPHONE): https://apps.apple.com/us/app/id546505307

ANDROID (ji bo telefonên SAMSUNG û yên din): https://play.google.com/store/apps/details?id=us.zoom.videomeetings

Balkêşî: Programa ZOOMê, mirov tenê carekê li telefona xwe bardike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin