“Çareserkirina pirsgirêka navçeyên Kurdistanî pêwîstîya wê bi biryareke sîyasî heye”

“Çareserkirina pirsgirêka navçeyên Kurdistanî pêwîstîya wê bi biryareke sîyasî heye”

Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê radigihîne, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, pêwîstî bi yekhelwestîya Kurd heye.

A+A-

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî derbarê berdewamîya proseya erebkirina navçeyên Kurdistanî de ji K24ê re ragihand: “Piştî 16ê Cotmeha 2017an, ti helwesta serokatîya komara Iraqê derbarê dagîrkirina navçeyên Kurdistanî de nebû. 60 parlemanterên Kurd li Parlemana Iraqê hene, wan civîneke parlemanê jî baykot nekir, ta rewşa navçeyên Kurdistanê bê yekalîkirin. Divê Wezîrê Pêşmerge bê ser xetê û bibêje: Em binpêkirinên destûrî qebûl nakin.”

Got jî: “Hest dikim, destekî herêmî li pişt vê hewlê heye, hin alî li dijî Pêşmerge û Kurd in û bêdilsozîyê li hember xwîna 1600 Pêşmergeyên ji bo Kerkûkê şehîd bûne dikin û niha hevkarîyê bi parêzgarê Kerkûkê yê hatîye sepandin re dikin. Hin alî di nava hin partîyan de hene, kar ji bo bicihkirina planeke herêmî dikin û dixwazin hemû hewlên nêzîkbûna hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ji nav bibin, bi taybet piştî pêkanîna komîteyekê ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê”.

Rêbiwar Talebanî got jî: Ewê Sedam Husên di 30 salî de nekarî bikira, hin alî hene dixwazin wê di 3 salan de bikin. Mixabin ku navmala Kurdî nikare biryareke yekgirtî li ser wê rewşê bide”.

Da zanîn jî: “Heyder Ebadî bi xwe gotibû: Me, Îran û Tirkîyê li ser wê yekê li hev kirîye, bi ti awayî Kerkûk venegere ser bi Herêma Kurdistanê ve û madeya 140 jî bi cih nebe”.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibêje: “Divê Wezareta Pêşmerge ji Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî re bibêje, anîna hêzê bo gundên Kurdistanê rawestîne û divê demek jî ji bo wê were dîyarkirin. Heger pirsgirêk li ser bingeha destûrê yekalî nebin, divê Kurd careke din raperînê bikin, wek raperîna sala 1991an”.

Tekez kir jî: Wezîr û parlemanterên Kurd ên li Bexdayê, heger nikarin berevanîyê li mafên gel ên destûrî bikin, ji bo çi li wir in? Niha hikûmeta Iraqê ji her demê lawaztir e, lê belê li hemberê jî navmala Kurdî ne li hev e, ji ber wê nikarin rûbirûyî neyaran bibin”.

Her girêdayî wê pirsê, Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Beşîr Hedad ji K24ê re ragihand: “Babeta desteserkirina zevîyên Kurd li navçeyên Kurdistanî, babetekî sîyasî ye û pêwîstîya wê bi yekhelwestîya alîyên sîyasî yên Kurdistanê heye. Divê ew babet bi berpirsên Iraqê re bê behskirin û bê dawîkirin”.

Beşîr Hedad got: “Divê ew biryarên ji bo anîna Ereban derketine, bêne hilweşandin. Lê belê hemû parlemanterên Kurd ser bi partîyan ve ne, ji ber wê bê rêkeftin û biryareke sîyasî, ew pirsgirêk bi yekcarî nayê çareserkirin, ji ber ku ji bingeh ve, biryareke sîyasî ye”.

Got jî: “Alîyên Iraqî sûdê ji neyekrêzîya alîyên Kurdistanî dibînin, her demê bizanin pirsgirêk di navbera alîyên Kurdistanî de heye, wê demê dikevin tevgerê”.

Derbarê gotina (divê firaksîyonên Kurdistanî helwestê bigirin û rûniştinên parlemana Iraqê baykot bikin) de, Beşîr Hedad got: Pêwîstîya wê bi yekdengîya Kurd û biryara sîyasî heye, niha 7 firaksîyonên Kurdistanî li parlemana Iraqê hene, heger biryareke sîyasî nebe, firaksîyon yekhelwest nabin”.

 K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin