Carekê  li eynikê binêrin

Carekê li eynikê binêrin

Mustafa Kılıç

A+A-
Di hevdîtinên tifaqa Kürdistanî û HDPê de, ew ên ku bi kîn û bê mesûlîyet êrişî vê hevdîtinê kirin hinek ji wan wextê xwe de di serokatiya partî û rêxistinên Kurdistanê de cîh girtibûn û rêvebirina wan bi salan jî dewam kiribû. Lê ji bo ku kêrî serokatiyê nehatin partî û rêxistinên wan tarûmar bûn. Di encamê de bi tenê man û niha jî dikin nakin nikarin bibin sapê tiştekî.Îro hinek derketine sahê kêrî karê siyasî tên, ji serokên nekêrhatî jîrtir in, bawerî didine xelkê xwe.Ji bo vê jî, ev rastî naye hesabê ew ên ku di wextê xwe de bûne sebebê têkçûna partî û rêxistinên Kurdistanê. Ew rêvebirên berê yên nekêrhatî ji hesûdiya xwe, karên ku wan nikaribû bibira serî, nahêlin xeynî wan jî bi ser kevin, bi sebebên cuda cuda dixwazin rê li ber mirovên fedekar û kêrhatî bigrin. Ji bo vê jî hertim bi şikleke bê sewiye êrişî partî û rêxistinên Kurdistanê dikin.Roja ku tifaqa Kurdistanî û HDP  hevdû dîtin, endam û dilxwazên hin partiyan û mirovên serbixwe yên ku berê bi PKKê re kar kirine û şexsiyetên wan jî tê de her tiştên xwe dane PKKê erîşî tifaqa Kurdistanî kirin û gotin we xwe firot û îxanet kir. Lê ew li xwe nanêrin û kiryarên xwe jî normal dibînin.Ew ên ku erîşî tifaqa Kurdistanî dikin, we hevdîtina me ya bi HDP re wek xwefirotin û îxanet dît. Eger me îxanet kiribe, ma kiryarên we yên doh û îro çi ne?Salên dirêj we got ,“Abdullah Öcalan zilamê xelkê ye” lê wexta ku bangî we kir we hertişt jibîr kir û  bilez hûn çûn Şamê we destê Apo girt û we bi wî re protokol imze kirin, piştî wê jî bû Kek Abdullahê we.Di 1993an de hûn jî tê de gelek alî  ji Partiya Yekbûyî ya Gelê Kurdistanê re (YEKBÛN) pêşnîyar anîn û gotin “werin hûn jî  bi Kek Abdullah re protokol îmze bikin” lê YEKBÛNê ji we re got na geregî protokolê tune ye.Li ser daxwaza berpirsên dewleta tirk hûn çûn Tirkiyê.Eger çûyîna we ya Tirkiyê ne di berjewendiyên dewleta tirk de ba ne mumkun bû  wezîrên dewletê silav bidana we û her saet di kanaleke TVyên xwe de derxistana ber xelkê.Çima dewleta tirk rê nade partî û rêxistinên din ên Kurdistanê ew jî di TVyên tirkan de beşdarî programan bibin?Ji bo ku AKP aciz nebe we di kongreya partiya xwe de nehişt ala Kurdistanê were daliqandin.Lê PAKê di kongreya xwe ya yekem de, salon bi alayên Kurdistanê xemiland.Hinek jî hene berê di nav refên PKK de xebatê kirine û ji sebebên cuda cuda ji PKKê dûr ketine, îro jî êrişî tifaqa Kurdistanî dikin û dixwazin xwe di nav civatê de zêdetir kurd bidine xweya kirin.Lê ji bo ku PKK di wan de şexsiyet nehiştiye, ew nikarin tu kesî bixapînin. Kurd baş dizanin, ew ên bê şexsiyet ne mumkun e xizmeta Kurdistanê bikin.Ew ên ku erîşî tifaqa Kurdistanî dikin, carek li eynikê binerin, hûn ê bibînin, xelk ji we zêdetir kurd e.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin