"Carek din xuya bû ji bilî çiyayan ti dostên kurdan nîne"

"Carek din xuya bû ji bilî çiyayan ti dostên kurdan nîne"

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekemîn ê YNKê Kosret Resûl derbarê rewşa Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir

A+A-

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekemîn ê YNKê Kosret Resûl derbarê rewşa Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û da xuyakirin, ku di demekê de gelê kurd û pêşmergeyên wî bi navê hemû mirovên azadîxwaz û mirovdost, li hember grûpa herî hov û dirinde ya DAIŞê rawestan û rê nedan ku dîroka mirovahiyê vegere serdemên berê û navbangê pêşmergeyan li tevahiya cîhanê hate bihîstin.

Resûl di peyama xwe de wiha got:

“Li hember vê yekê gelê Kurdistanê li hêviyê bû, ku civaka navdewletî, dost û hevpeymanên me yên li cîhanê û herêmê ji bo avakirina paşerojeke geştir bo nifşên me, guh bidin me û rêzê li îradeya gelê kurd bigrin, lê mixabin em rûbirûyê lîstokeke piralî kirin. Carekê din rastiyan Selman ku ji bilî çiyayan ti dostên kurdan nîne.

Bicîh hiştina gelê me bi tenê li hember êrîşên mîlîsên Heşda Şeibî û yekîneyên Artêşa Iraqê, bûyerên çend rojên derbasbûyî yên li Kerkûk û navçeyênd in ên Kurdistanî, komkujiya li hember hemwelatiyên kurd li navçeya Duzxurmato û cihên din, şewitandina malên wan, talankirina serwetên û samanên wan, destpêkirina enfalekî nû ye.”

Resûl balkişande ser hevkariya navxwe ya li gel hêzên Iraqî û wiha got:

“Lê ya birîna me xedar dike, ew e ku çend kesekê ji derveyî rêbaza YNKê bêyî ji serkirdetiya partiya xwe bipirsin, ji bo hinek destkeftiyên xwe yên demkî û şexsî bûne hevkar û desteberê dagirkeran. Wan bi vê karê xwe yê rûreşî, bi sernizmî xwe xistine nava rûpelên reş ên dîroka gelê me.”

Kosret Resûl diyar kir, ku karê ji destê wan hatiye kirne ji bo parastna malê xelkê Kerkûkê lê ji ber plana derekî û ne hevsengiya hêzê û rola naciwamêrane ya hinek kesên navxwe, bûye sedem ku pişta hêza pêşmerge vala bibe û beşek ji destkeftan ji dest biçe.

Resûk got, ku zêdebarî wê yekê ku şikest mezin e û berpirsiyariya wê dikeve ser milê hin korfêmên nav YNKê lê ev yek ne dawiya rê ye û hemû tişt bidawî nebûye

Kosret Resûl di dawiya peyama xwe de bang li hêz û aliyên siyasê yên Kurdistanî dike, ku nav mala xwe rêk bixin û dersê ji bûyerên berê werbigrin û yekrîziya xwe biparêzin ji ber ku tenê bi wî awayî dikarin berdewamiyê bidin xebata Kurdîniyê.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin