Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Carek din li ser rapirsînê

A+A-

 

Helmeta (kampanye) rapirsînê (refarandûm) “bi fermî” dest pê kir.

Min peyva “bi fermî” kir nava kevanê, ji ber ku him serokkomar û him jî serokwezîr jixwe dest bi helmetê kiribûn, fermî û nefermîya wê nema bû.

Sê layên rapirsînê dê hebin; yek, Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) û sazî û komeleyên nêzikî herdu partîyan, rengê dengê wana “ERÊ” ye û li ser encamek weha hêvîya herdu partîyan bilind e.

Beşek gellekî fireh ji hela din, wekî Partîya Komara Gel (CHP) û Partîya Demokratîka Gelan (HDP) û hinek partî û saziyên sivîl biryara xwe dane, ku ew dê denge “NA” b’avêjin.

Bêşik hêj zû ye, bona pêşbinîkirina encama rapirsînê, ji ber ku hêlên rapirsînê gotinên xwe yên dawî negotine, ango kevirên di pêşa xwe da neavêtine.

Lê belê, dîsa jî partî, komel û saziyên sivîl ne hemû bin jî, pirranîya wana biryara xwe dane ku dê kîjan dengî b’avêjin.

Tenê Kurd mane, rayagiştîya Kurd, taybetî hêlên siyasî hêj di dîtinên xwe da zelal nebûne, dîtinek tevilhev heye.

Di nava rayagiştîya Kurd da meyldarên hersê vebijarkan jî hene, “ERÊ”, “NA” û “BOYKOT”, wate neçûna ser sindoqan.

Di nivîsên berîya vê da min çend pîvan nivîsa bûn, pêşnîyaza min ev bû ku em divê li van pîvanan balkêş bin, giramîya me bi van pîvanan hebe.

Bêşik, hinek derdor dê ji ber berjewendiyên xwe yên kes û malbatî an, ji ber dîtin û bawerîyek şaş biryarek xelet bidin, rewşek weha dê herdem hebe, ji ber ku sosyolojîya civaka Kurd jî wekî hemû civakên neteweyên dinê rengîn e, pêywendî û berjewendiyên her yek ji van beşan dê ne wekî hev bin, ev rewşek sirûştî ye, lê divê em zanibin ku biryara me ya îro bona paşeroja civaka Kurd gellekî girîng e.

Dixwazin dubare bikim, kes, derdor, grup û dengên ji hev cihê dê derkevin, lê divê em rewşa îro bi avakî objektif binirxînin.

Baş e, bona paşerojê dibe ku em di nirxandinên xwe da bişehîtin, bi bawerîya min kesên ku dixwazin denge “ERÊ” bavêjin, bila sedemên helwesta xwe aşkere bêjin, dibe tiştên em nizanin hebe!

Çend dîtin û nirxandin hene, bi bawerîya min ev jî subjektîf in, ango nirxandinên keseyatî û hestyarî ne.

Bo mînak hinek kes dibêjin, ku “ev sîstema nû hêj guhêrînbar e, dikane varyasyonên hêj erênî (bona Kurdan  m.k.) jê encam bidin.”

Ev dîtinek temamen sûbjektîf e, ji ber ku ti xalan vê paketa nû hêvîyek weha nade, bi guvaştinê jî nirxandek weha jê dernakeve.

Dîsa hinek derdor li ser xalek vê guhetinê disekinin û şîroveyên ne rayonel dikin.

Rast e, bi sernavê “Yekitîya revêberiyê û saziyên hukmî yên gelenperî” xalek di guhertina nû da hatiye dariştin, lê naveroka xalê nedîyar e.

Xal weha ye; “Xal 123: Rêveberî, bi sazî û peywirên xwe va yekgirtî ye û bi zagonan têt tanzim kirin.

Sazîbûn û peywirên rêveberiyê, li ser esasen rêveberîya navendê (merkezî) û rêveberîya herêmî tên tanzim kirin.

Saziyên hûkmî, bi zagonan, an bi biryarên serokkomar yên di hûkmî zagonan da têt sazî kirin.”

Belê, ev xal hêvîya hinek kesan ji guhertina nû bilintir dike, lê mirov nikane ji îro va bêje ku di paşerojê da guhertinên erênî dê bibin, ji ber ku ev xal derfeta gellek cûre şîroveyan dide.

Pirr bi hêsayî berevacî vê jî dibe, bo mînak dikane biryarên neyinî bên stendin, jîyana bi sed hezaran kesî tûşî mexdûrîyetek berfireh bike, dem û rewşa “mufetîşên herêmî”, dirêjkirina OHALê bînin bîra xwe, yek kes dibe deshilat her biryar bi wîjdana wî dimîne.

Herweha, dixwazim pêşbinîyekê bînim bîra we, ku di nava gellek derdoran da têt kirin.

Tên gotin, ku “hevkarîya AKPê û MHPê dê piştê rapirsînê jî bidome, eger sîstema seroktîyê bêt erêkirin, MHP dê di nava rêveberîya nû da cî bigre”, ev dîtina min e jî.

Ango, hevkarîya herdu partîyan demdêrêj e, pêwîst e şîrove û pêşbinîyên me di vê astê da bin.

Û em, siyaset û helwesta MHPê jî dizanin, derbarê bakurê Kurdistan’ê da, ne hewceyê gotinê ye.

Di rapirsînên berê da jî gellek gotin û belên (waet) hebûn, bo mînak di helmeta rapirsîna sala 2010an da, gellek derdorên siyasîyên bakurê Kurdistanê bi şîyara “ne bes e lê belê” tevgerîyan, encam….?

Encam, hilweşandina hevdîtinan, carek din destpêkirina şer û pevçûnan û wêrankirina bi dehan bajarên bakurê Kurdistan’ê, zîndankirina parlementer, serokşaredar, pişandina kayyiman û zîndankirina bi hezaran kesan, hêj îro jî bi deha herêmên qedexekirî…..û hwd.

Heçkû, rapirsîna sala 2010an li 21 bajarên bakurê Kurdistan’ê di zêkhev da 80,69% hartibû erêkirin.

Di dawîyê da min divê bejim,, ku dengê “NA” naye wateya erêkirina makezagona îro, şîroveyek weha ne rast e, ev makezagon îro bikeve rapirsînê bêşik Kurd dê dîsa dengê “NA” bidin, denge “NA” li dijî şer, êriş, wêrankirin, têk birina aborîya herêmê, siyaseta li dijî rojavayê Kurdistan’ê û herweha li dijî hevkarîya AKPê MHPê ye.

26.02.2017/Dusseldorf  

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin